01:37 26 Gulan 2018
Rojnameya Kurdistan

120emîn salvegera rojnamegeriya kurdî û Rojnameya Kurdistan

© Sputnik / Ekrem Altun
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Beriya îro 120 salê li payîtextê Misrê Qahîrê yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê Kurdistanê bi destê Mîqad Mîdhet Bedirxan hat derxistin û ew roj bû roja ‘rojnamegeriya kurdî.’

Rojnameya Kurdistanê yekem rojnameya kurdî ye. Rojnameya Kurdistanê di 22ê Nîsana sala 1898an de ji aliyê Mîqad Mîdhet Bedirxan ve li Qahîrê li payîtexta Misrê dest bi weşana xwe kir. Destpêka weşandina Rojnameya Kurdistanê, wek xebateke netewî û rewşembîrî tê hesibandin. 22yê Nîsanê bi vê mebestê ji aliyê hemû saziyên kurdan û ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve jî wek roja rojnamegeriya kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.

‘SERBORIYA ROJNAMEYA KURDISTANÊ'

Yekemîn rojnameya kurdan ji ber astengiyan mixabin li derveyê welatên kurdan li Misrê dest bi weşanê kir. Rojname bi tevahî 31 hejmar dertê. Rojname ji 15 rojan carekê dertê. Mîqad Mîdhet Bedirxan tenê 5 hejmaran derdixe û ev hejmar bi tevahî ji nivîsê wî pêk tên û li Qahîrê çap dibin.

Hejmarên ji 6an heta 31ê jî ji aliyê Mîr Ebdirehman Bedirxan ve tê derxistin. Mîr Ebdirehman birayê Mîqad Mîdhet Bedirxan e. Di dema Mîr Ebdirehman de rojname bi piranî li Cenewrê tê çap kirin lê hejmara 24a li Londonê, çend hejmar jî li bajarê Brîtanyayê Folkostonê tê çapkirin.
Heta îro hejmarên Rojnameya Kurdistanê ya 19an ne tê de yên din hemû hatine dîtin. Lê mixabin hejmara 19an li tu derî nehatiye bidestxistin.

‘PÊŞGOTINA ÇAPKIRINA ROJNAMEYÊ'

Mîqdad Mîdhed Bedirxan, bi xwe sedema weşandina rojnameya Kurdistanê wiha tîne ziman:
"Li dinyayê çiqas Misilman hene di gund û bajarên hemiyan de dibistan û rojname hene. Bûyerên li dinyayê diqewimin di van rojnameyan de tên nivîsîn. Lê mixabin Kurd ji rojnameyekê bê par in û nizanin di dinyayê de çi diqewime, cîranê wan Mosqof çawa ye

dê çi bike. Loma di riya Xwedê de min ev rojnama ha nivîsî.

Bi îzna Xwedê Teala ji niha pê ve di her panzdeh rojan de ezê rojnameyekê binivîsim. Min navê wê kiriye Kurdistan. Di vê rojnameyê de ezê qala qenciya zanyariyê û têgihîştinê bikim; li ku derê mirov fêr dibe, li ku derê xwendingeh û dibistanên qenc hene, ezê nîşanî kurdan bidim; li ku derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaretê çawa dikin; ezê qala hemûyan bikim."

Bi heman mijarî:

Rojname û Kovarên kurdî yên di dema Dewleta Osmanî de derketine
Gelo rojname têne çandin?
Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Ocalan bê rojname ma
Etîketan:
rojnamegera kurd, rojnameya kurdistanê, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de