16:44 20 Gulan 2018
    ASA

    Tirkiye 8 welatiyên Herêma Kurdistanê rasdestî ASAyê kirin

    © AFP 2018 / Bulent Kilic
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Hate ragihandin ku 8 penaberên kurd ên ji Herêma Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyeyê ve radestî çekdarên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) kirine.

    Li gorî nûçeya Kurdistan 24 ku zanyariyên xwe dispêre daxuyaniyeke fedrasyona penaberan, Şêrzad Kerîm Ehmed ku yek ji wan 8 penaberên kurd e, ji federasyona penaberan ra gotiye: "Di 15ê vê mehê de, polîsên gumriga Stenbolê ew desteser kirin û piştî ku çend şevan li cem wan man, kopiyek ji pasportên radestî wê hêzê kirin, da ku tekez bikin ku ew welatiyên Herêma Kurdistanê ne, lê dîsa ew li cem xwe hiştin û di 21ê Nîsanê, demjimêr 10 sibehê, ew radestî çekdarên ASAyê kirin".

    Wan welatiyên kurd bi riya federasyona penaberan, ji aliyên pêwendîdar xwestine ku, alîkariya wan bikin daku li Herêma Kurdistanê vegerin.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê ASAyê: Amerîka êrişê Sûriyê bike em ê gorî biryara Tirkiyê tevbigerin
    Talana çekdarên ASAyê li Efrînê berdewam e
    YPGê êrişê navendeke Artêşa Tirkiye û ASAyê kirin: Mirî û birîndar hene
    Bersûcê got, 'Ez ne DAIŞî me, ez endamê ASAyê me' hat berdan
    Çekdarên ASAyê ji Tirkiyeyê daxwaza mafê ‘şehîdî' û gazîtî' dikin
    Etîketan:
    kurd, welatî, Kurdistan 24
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de