18:11 21 Gulan 2018
    drapeau du Kurdistan

    Koçberên Kerkûk û Xûrmatuyê dikarin li Kurdistanê dengê xwe bi kar bînin

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî ragihandina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê koçberên Kerkûk û Xûrmatûyê wê karibin li bajarên Herêma Kurdistanê deng bidin.

    Li gorî nûçeyeke Rûdawê Cîgirê Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Rizgar Heme Mihêdîn diyar kir ku li gorî rêkeftina Komîsyona Parêzgeha Selahedîn û Parêzgeha Silêmaniyê kartên dengdanê yên koçberên Xûrmatûyê ji bo Silêmaniyê hatine şandin û ew li wir dikarin dengê xwe bi kar bînin.

    Rizgar Heme Mihêdîn got, di heman demê de koçberên Kerkûk, Neynowa û Enbarê jî dikarin li cihên Herêma Kurdistanê yên ku ew lê dimînin, dengê xwe bi kar bînin û ji bo vê yekê her tişt hatiye hêsankirin.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo hilbijartinan 146 namzedên jin ên Herêma Kurdistanê hene
    ‘Li Kurdistanê PDKê û li Iraqê Partiya Ebadî pêş e‘
    ‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’
    Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
    Etîketan:
    dengdayîn, Cîgirê Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, Rizgar Heme Mihêdîn, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de