14:18 23 Gulan 2018
    Referandûm-hilbijartin-dengdan-deng

    'Heşda Şeibî fişaran li xelkê dike ku deng bidin namzetên wan'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Rayedarekî PDKê ragihand ku, li sînorê parêzgeha Diyalayê, Heşda Şeibî fişaran li xelkê dike û dibêje eger deng nedin namzetên wan, ew dê wan bi tometa terorê bigrin.

    Namzetê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li sînorê parêzgeha Diyalayê Ibrahîm Ehmed bi rêya malpera fermî ya PDKê re ragihandiye, Heşda Şeibî li Qeretepe, Celewla, Sexdiye û Mendelî gefan li xelkê dixwe, ku deng bi namzetên wan bidin, û deng nedin namzetên PDKê.

    Berpirsê Komîteya Navçeya Partiyê li Qeretepe Kemal Ibrahîm jî ev tişt gorin: "ev demek e Heşda Şeibî li derveyî Qeretepe xalên pişkinînê daniye, û her otombêlek biçe Qeretepe yan jî, ji wî bajarokî derkeve, bacan ji wan werdigire."

    Herwiha çend kesan ji Heşda Şeibî xwe namzet nîşan dane e, û ji niha de çekdarên Heşda şeibî diçin malên şêx û kesayetiyên erebên sune û gefan li wan dixwin, ku deng bidin wan namzetên û eger na dê bi tometên terorê werin girtin. Ji ber wê yekê jî li cem xelkê tirsek peyda bûye.

    Bi heman mijarî:

    HDP bo Erdogan: Qeyûman namzed nîşan bide
    DJyê navdar Avicii mirî hat dîtin
    Îranê pêşniyaz kir ku li dibistanan farisî û rûsî weke ‘zimanê dûyem' werin fêrkirin
    Sûcdarê herî temendirêj ê Amerîkayê hat bidarvekirin
    Li Yemenê hêzên hevpeymanê 'bi şaşî' li sivîlan xist: 14 mirî, 4 birîndar
    Etîketan:
    Fişar, Hilbijartin, Heşda Şeibî, PDK, Ibrahim Ehmed, Herêma Kurdsitanê, Diyala, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de