17:04 26 Gulan 2018
Goran-partî

‘PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin’

© Sputnik / Osman Başqalî
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 0 0

Endamê bajêrvaniya Goran yê li Hewlêrê Hêmin şêxanî di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de axivî “Civaka navdewletî gihêşt wê baweriyê ku PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin.”

Duhê li Hewlêrê 15 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di derbarê birêvebirina pêvajoya hilbijartinê de peymanekê îmze kirin. Di vê peymanê de li gel Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekitiya Niştimanê Kurdistan yekem car Partiya Goran jî cih girt. Li ser naveroka vê peymanê endamê bajêrvaniya Goran yê li Hewlêrê Hêmin Mihemed Şêxanî ji Spûtnîkê re axivî.

Şêxanî "ev peyman ji 24 xalan pêk tê, partiyên ku beşdarê peymanê bûne wezifeya wan ew ku bi taybetî pêk bînin ku hilbijartineke di çarçoveya azadî û demokrasiyê de bê kirin."
Mihemed Şêxanî di derbarê rola Neteweyên Yekbûyî ya di vê peymanê de jî van îfadeyan bi kar anî: NY wek çavdêriyê wezîfe digire lê qenciya wê ya herî mezin ew bû ku partiyên siyasî anî ba hev û di navbera wan de peymanekê da çêkirin. Di vê pêvajoyê de divê hemû tevger li gorê vê peymanê bên meşandin. Bi niyeta kontrolkirinê wê du hefteyan carek civîn bê lidarxistin.

Şêxanî mebesta beşdarbûna Goranê ya beşdarbûna vê peymanê wiha nirxand "di hilbijartinên derbasbûyî de PDK û YNK gelek zêdegavî û sextekariyê kirin û bi van sextekariyan encama hilbijartinan guherandin. Goran beşdar bû da ku rê li van zêdegavî û sextekariyan bê girtin.

Mihemed Şêxanî di dawiya axaftina xwe de estnîşan kir ku hatina Neteweyên Yekbûyî gelek gelek baş bû, lewra girîngiyekê NYyê heye, bi taybetî jî Civaka Navdewletyî dîtin ku PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê li rê bibin.

 

Bi heman mijarî:

Li Herêma Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn
'Karwaneke amerîkî ji 65 tiran pêk tê ji Herêma Kurdistanê gihişt Rojava'
Baydemir bo Herêma Kurdistanê: Ez li welêt im, welat jî dilê min e
Welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin bi pereyan heca xwe bikin
Etîketan:
YNK, Tevgera Goran, herêma kurdistanê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de