16:50 20 Gulan 2018
    PKK-Qendil

    PKK: Me li sê baregehên Tirkiyeyê yên li herêma Barzanê 5 leşkerên tirk kuştin

    © AP Photo /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Berdevkê PKKê Serhed Varto ji ajansa Sputnik Kurdistanê re axivî û ragihand ku roja sêşemê di saetên sibê de, endamên PKKê li Girê Beyreqê ya devera Barzan 3 baregehên leşkerên Artêşa Tirkiyeyê kirine armanc û di encamê de jî 5 leşkerên tirk hatine kuştin.

    Artêşa Tirkiyeyê ev demekiye li axa Herêma Kurdistanê li hemberî endamên PKKê operasyonan pêk bîne baregehên leşkerî ava kiriye. Herwiha ev baregehên leşkerî gelek car dibin hedefên endamên PKKê. Berdevkê PKKê Serhed Varto ji Sputnikê re da zanîn ku endamên wan êrişîn baregehên leşkerî yên li herêma Barzanê kirine.

    Sehed Varto diyar kir ku dê operasyonên endamên PKKê yên li dijî Artêşa Tirkiyeyê yên ku ketine nav axa Herêma Kurdistanê dewam bike. Herwiha Varto destnîşan kir ku di rojên derbasbûyî de li deverên Xakurk û Kanî Masî jî êrişên baregehên leşkerên tirk kirine.

    Bi heman mijarî:

    Iraq: PKK vekişiyaye û ji ber vê yekê em nahêlin Tirkiye operasyonê bike
    PKK: Efrîn dilê Kurdistanê ye û ji dagirkeran re namîne
    Qeymeqamê Şingalê: PKK ji herêma Şingalê vekişiya
    Li Amediyê di navbera PKK û artêşa tirk de şerekî dijwar qewimî
    Qaymeqamê berê yê Şingalê: Divê PKK rê nede Tirkiyeyê ku Şingalê bike Efrîna duyem
    Etîketan:
    tirk, leşker, êriş, PKK, Sputnik, Serhed Varto
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de