07:15 26 Gulan 2018
Kerkûk

Brîtanya: Divê pirsgirêka Kerkûkê were çareserkirin

© AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
Kurdistan
Lînkê kurt
0 10

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Jonathen Wilks di axaftina xwe de ragihand pirsgirêka Kerkûkê wê piştî hilbijartina Iraqê di navbera Hewlêr û Bexdayê de were guftugokirin.

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Jonathen Wilks di axaftina xwe ya K24ê de got: "Em hewl didin ku hemû pêkhateyên Kerkûkê beşdarî hilbijartinê bibin. Xebatên me pir cidî dimeşin. Ji bo lidarxistina hilbijartina hem alîkariya Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê û hem ya Neteweyên Yekbûyî û hem jî ya xelkê Iraqê dikin. Ji bo kesên ji cihên xwe bûne bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin min bi gelek balyozê welatan re hevdîtin pêk anî û em pêk ve xebatekê dimeşînin."

Jonathen Wilks di berdewamiya axaftina xwe de got: "Qanûna hilbijartinê pir zelal e û divê hemû alî rêzê bigrin. Bila her kes rêzê ji encamên hilbijartinê yên gel bigre û ev pêşerojê nebe sedema pirsgirêkan. Divê her hemû pêkhateyên Kerkûkê bi azadî bikaribin beşdarî hilbijartinê bibin."

Wilks di dirêjiya axaftina xwe de got: "Herî dereng divê pirsgirêka Kerkûkê piştî encamdayîna hilbijartina Iraqê were çareserkirin. Ev pirsgirêk wê piştî hilbijartinê di navbera Hewlêr û Bexdayê were guftugokirin."

Bi heman mijarî:

‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'
Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin
Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin
Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin
Etîketan:
Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê, Jonathen Wilks, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de