17:50 23 Gulan 2018
    Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

    ‘Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê propaganda ye'

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku kesên dibêjin wê Pêşmerge vegere Kerkûkê propagandayê dikin û bi hestê kurdan dilîzin.

    Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de got: "Kesên dibêjin wê Pêşmerge vegere Kerkûkê propagandayê dikin û bi hestê kurdan dilîzin. Ji bo Vegera Pêşmerge bo Kerkûkê tu peymanek tine ye. Daxwazê ji aliyê aliyên ku li Kerkûkê beşdarî hilbijartinên Parlementoya Iraqê dibin dikin ku propagandaya vegera Pêşmerge bo Kerkûkê nekin û xwe ji lîstina bi hestên xelkê dûr bixin."

    Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de bo çûna Amerîkayê got: "Ez tenê ji bo serdanê hatim û di demeke nêz de ez ê vegerim Kurdistanê. Ez ê piştî çend rojan vegerim Kurdistanê gotinên ku dibêjin venagere nerast in."

    Kerîm ji bo serdana xwe ya got: "Me ligel çend rayedarên îdareya Amerîkayê hevdîtin û civîn pêk anîn. Beşeke mezin a wan hevdîtinan li ser vegotina hûrgiliyên bûyerên 16ê Cotmeha 2017an bûye. Rayedarên Amerîkayê dixwazin bizanin ku di 16ê Cotmehê de çi qewimî û rastiya wê çi ye. Ji ber vê yekê daxwaza civîna bi me re gelek bû."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Necmedîn Kerîm serdana nûnerîtiya Rojava ya li Washingtonê kir
    Aso Kerîm: Vekirina balefirgehên Kurdistanê bi ramana vegerandina desthilata Bexdayê tê
    Kerîm: Pêwîst e YNK ji bo 16ê Cotmehê komîteyekê ava bike
    Kerîm: Di dema herî nêzîk de wê Kurdistan serbixwe bibe
    Etîketan:
    Waliyê Kerkûkê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de