05:27 22 Gulan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî ji bo Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê weşand

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî bi munasebeta sersala ola êzdiyan a Çarşema Sor peyameke pîrozbahiyê belav kir.

    Mesûd Barzanî di peyamaxwe ya pîrozbahiyê de got: "Bi navê xudê yê mezin û dilovan. Bi munasebeta hatina cejna sersala ola êzdî ya Çarşema Sor germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwîşk û birayên êzdî yên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdarim cejna îsal a xwîşk û birayên êzdî rûpeleke nû be ji derbasbûna hemû nexweşiyan û dawîbûna êş û azaran be û bikarin di bin siya aramî û birayetiyê de cejinên xwe pîrozbikin.

    Barzanî di dawiya peyama xwe de got: "Cejna Çarşema Sor li hemû xwîşk û birayên me êzdî pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de."

    Bi heman mijarî:

    Barzanî û McGurk li hev civiyan
    Barzanî: Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê ber bi asayîbûnê ve diçin
    PDKê li Hewlêrê bi bê beşedariya serokê partiyê Barzanî dest bi bangeşeya xwe kir
    Barzanî li bangeşeya hilbijartinan a PDKê de axift
    Kiliçdaroglu ji Barzanî re sersaxî xwest
    Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand
    Etîketan:
    Pîroxbahiya Çarşema Sor, Mesûd Barzanî, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de