04:06 20 Nîsan 2018
    Xwezaya Nahiyeya Sîdekanê

    Ji şeva derbasbûyî û ta niha Tirkiye devera Sîdekanê bombebaran dike

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 02

    Ji şevê din û ta niha artêşa Tirkiye bi firoke û topan devera Biradost a li nehyeya Sîdekanê ya li herêma Kurdistanê bombebaran dike.

    Çalakvanê civakî Îskender Biradostî li devera Biradost a ji Spûtnîk Kurdistan ragihand "şevê din firokeyên artêş tirk bi dijwarî devera Xakurk û Geliyê Reş û Geliyê Mexarê û Çiyadêl û çend deverên derdorên wan bombebarankirin û îro jî, ji nîvro ve artêşa tirk dest bi topbarankirina wê deverê kiriye û ta niha topbaran berdewam e."

    ‘JI BER WÊ ÊRIŞA ARTÊŞA TIRK TU ZIRAREKA CANÎ NEBÛYE, LÊ ZIRARÊN MEZIN BI REZ Û MILKÊN WELATIYAN ÇÊKIRIYE'

    Herwiha Biradostî da xuyakirin ku hîç zirareka canî ji ber wê êrişa artêşa tirk nebûye, lê zirarên mezin bi rez û milkên welatiyan gihandye û tirs di dilê xelkê deverê de çêkiriye ji ber êrişa balafir û topbarankirinê nikarin ji mal û gundên xwe derkevin.

    ‘JI BER BOMBEBARANÊ XELKÊ DEVERÊ WÊ NEÇAR BIMÎNIN KU GUND Û MALÊN XWE BITERIKÎNIN'

    Îskender Biradostî ew yek jî got "artêşa tirk nêzî 20 km sînorê Herêma Kurdistanê li vê deverê derbas kiriye û eger bi vî awayî berdewam be ji derbaskirina sînor, xelkê deverê wê neçar bimînin ku gund û malên xwe biterikînin."

    Bi heman mijarî:

    'Îran amadekariyan dike êrîşî Îsraîlê bike'
    Civîna MGKyê bi dawî bû: Pêşniyazî hat kirin ku dema OHALê were dirêjkirin
    'Xiristiyanên Iraqê ji bo 5 kursiyan bi 7 lîsteyan tev li hilbijartinan dibin'
    Erebistana Siûdî: Me pêşniyar kir ku hêzan bişînin Sûriyeyê
    Qubad Talebanî û Lahur Şêx Cengî çûn Kerkûkê
    Raporta Komîsyona YEyê: Tirkiyê bi gavên mezin ji Yekîtiya Ewropayê dûr dikeve
    Etîketan:
    operasyonan artêşa tirk, Topbaran, Bombebaran, Îskender Biradostî, Ciyadêl, Mexerê, Geliyê Reş, Xakur, Sîdekan, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de