03:15 23 Nîsan 2018
    Kerkûk - Ala Kurdistanê - Iraq

    Li Kerkûkê partiyên Tirkmanî û ereb bêtir ên kurdî kampanyaya hilbijartinan dikin

    © REUTERS / Alaa Al-Marjani
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Piştî ku kampanyaya helbijartinan li lraq û Herêma Kurdistanê destpêkir, li bajarê Kerkûkê jî bilî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hemû partiyên kurdî beşdarî helbijartna Parlemantoya lraqê dibin, lê kurdên Kerkûkê dibêjin ku Turkman bêtirî kurd û Ereba bangeşeya helbijartinan dikin û li ser rewşa bajêr zal û serwer in.

    Çalakvanê civakî li Kerkûkê Azad Cebarî ji Sptunîk Kurdistanê raghand ku, "Yekem care li Kerkûkê partiyên Turkmanî weha bangeşeya helbijartinan bikin û bajar bi ala û dirûşmên xwe xwemilandine û ji partî û aliyên siyasî yên kurd û ereban bangeşeyê dikin."

    Herweha Cebar got: "Weha xuyadibe ku rêjeyeke mezin ya kurdên Kerkûkê beşdarê helbijartinan nebin, ji ber ku baweriya wan bidozê kêm buye û rewşa ewlehyê jî li Kerkûkê baş nîne û Turkman û Ereb jî bêtir kontrola rewşa bajêr dikin. Hilbijartina vê carê li Kerkûkê wê hin guhertinan çêbike ji ber ku Ereb û Turkman tev hewlan didin wê yekê bi selmînin ku Kerkûk nebajarê kurdaye Kerkûk piranya wê Turkman û Erebe."

    Bi heman mijarî:

    Di hilbijartina serokomarî ya Qeredaxê de Djukanovic qezenç kir
    ‘Erdogan ji bo vekolîna hilbijartina pêşwext dîrektîf da'
    Li Kurdistanê ji bo hilbijartinan Parlementoya Iraqê dema bangeşanê dest pê kir
    Kosret Resûl bi balyozê Rûsya yê li Iraqê re civiya
    Etîketan:
    kampanya, hilbijartin, Sputnik, Azad Cebarî, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de