02:30 25 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Têkiliyên Hewlêr û Enqereyê ber bi asayîbûnê ve diçin

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew giringiyê didin peywendiyên li gel welatên cîran û got, Tirkiye ji bo wan welatekî giring e. Herwiha diyar kir ku "li hêviya pêngavên din in ji bo peywendiyên Hewlêr û Enqere asayîtir bibin ku niha ber bi asayîbûnê ve diçe."

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro piştî civîna wezîran civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsan da.

    Nêçîrvan Barzanî di destpêka civînê de Cejna Çarşema Sor a kurdên êzîdî pîroz kir. Barzanî ragihand  ku di proseya propagandaya hilbijartinan de erkê hikûmetê dabînkirina ewlekariya hemwelatiyan e û di civînê de li ser vê mijarê jî axivîne.

    "NIHA BI AWAYEKÎ FERMÎ SERDANA BEXDAYÊ NE DI ROJEVA ME DE YE"

    Derbarê serdana Bexdayê de Barzanî got: “Niha bi awayekî fermî di bernameya me de tiştek tine ku em serdana Bexdayê bikin. Min bi xwe jî di ragihandinê de bihîstiye ku dibêjin dê şande biçe Bexdayê. Lê pir asayî ye ku şande di navbera Hewlêr û Bexdayê de biçin û werin. Danûstandinê herdu aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan jî berdewam dike.”

    "EM HÊVÎ DIKIN VÊ KÊŞEYÊ BI ENQEREYÊ RE ÇARESER BIKIN"

    Li ser pirsekê, Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku ji bo geştên esmanî yên di navbera Silêmanî û Tirkiyê de di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û Enqerê de gotûbêj hene û diyar kir: “Em hêvî dikin ku bikarin vê mijarê çareser bikin.”

    Şandeke Herêma Kurdistanê li ser vexwendina Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê çûbû wê derê û li gel Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdoganî re civiyabû.

    "EM LI BENDA PÊNGAVÊN DIN IN"

    Di vê derbarê de Nêçîrvan Barzanî got: “Şandeya Kurdistanê li ser daxwaza Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyeyê çûye Stenbolê. Di çarçoveya vê konferansê de li gel birêz Serokomarê Tirkiyeyê civiyaye. Em li hêviya pêngavên din in ji bo peywendiyên Hewlêr û Enqere asayîtir bibin ku niha ber bi asayîbûnê ve diçe. Tirkiye ji bo me welatekî giring e û herdem Herêma Kurdistanê xwestiye peywendiyên wê yên li gel TirkiYEyê baş bin.”

    "PÊWENDIYÊN ME BI GIŞTÎ LI GEL CÎRANÊN ME BAŞ IN"

    Nêçîrvan Barzanî ji bo destpêkirina geştên esmanî yên di navbera Tehran, Hewlêr û Silêmaniyê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got: “Peywendiyên me yên li gel Tehranê û herwiha bi giştî peywendiyên me yên li gel cîranên me baş in.”

    "EM JI REWŞA HERÊMÊN NAKOK NÎGERAN IN"

    Li ser mijara vegera hêzên pêşmerge bo Kerkûkê Barzanî da zanîn ku di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê de ti rêkeftinek nîne û got: “Bê guman em ji ber rewşa ewlekariya wan herêman nîgeran in. Em piştgiriyê didin ewlekariya wan navçeyan. Piştgiriyê didin pêngavên Bexdayê yên ji bo parastina ewlekariya hemwelatiyan. Di vî warî de tişta bikeve ser milê hikûmeta Kurdistanê, em amade ne bikin.”

    "DESTÛR NEDAN PDKÊ KU BAREGEHÊN XWE LI KERÛKÊ VEKIN"

    Li ser sedema ku PDKê li Kerkûkê beşdarî hikbijartinan nabe, Barzanî got ku "rê bi PDKê nehatiye dan ku li Kerkûk û cihên nakok baregahên xwe veke, lewma wan jî li wan deveran hilbijartinan boykot dike.

    Serokwezîr Barzanî da xuyakirin ku hilbijartin yên parlamantoya Iraqê ne û hemû partiyên Iraqê dikarin li Kurdistanê namzedan nîşan bidin. Ji ber vê yekê jî ti nîgeraniyeke wan nîne.

    Bi heman mijarî:

    Parlamentera Kurdistanê: Divê serkirdayetiya siyasî kiryarên Kerkûkê qebûl neke
    Berpirsê YNKê: Tirkiye dixwaze Herêma Kurdistanê bike 2 parçe
    'Hêzên Tirkiyeyê 15-17 km ketine nava axa Herêma Kurdistanê'
    ji xwezaya deverên herema Kurdistanê û Sîdekanê çend wêne
    'Me êrîşa dijwar a li ser Kurdistanê li pey xwe hişt'
    Dema propagandaya hilbijartinan a li Iraqê û Kurdistanê diyar bû
    Etîketan:
    Nêçîrvan Barzanî, Enqere, Bexda, Hewlêr, Silêmanî, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de