08:28 23 Nîsan 2018
    Wêneyên pîrozbahiya Newroza Kurdistana Îranê

    Kî fermandarên kurdên Îranê dikuje û çima?

    © Sputnik . Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Ev demek e ku gelek serkirde û fermandarên partiyên kurdî yên Îranê yên ku li Herêma Kurdistanê xebatên xwe didomînin rastî hewlên kuştinan tên ku bi piranî birêveberiya Îranê bi wan kuştinan tê tawanbarkirin.

    Di van 40 rojên dawî de tenê hejmara serok û fermandarên partiyên kurdan ên Îranê yên li herêma Kurdistanê dimînin û rastî hewla kuştinê hatine, gihişt 7 kesayetên gelekî giring. Herwiha ji destpêka salê ve jî hewla kuştina 16 kesayetên girîng hatiye kirin ku ya herî dawî pêncşema borî bû. Ew hewl li dijî serokê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Husên Yezdanpenayî bû ku li Hewlêra paytextê Kurdistanê pêk hatibû. Yezdanpena ji wê hewldana kuştinê rizgar bûbû lê ajokar û pasevanê wî yê şexsî bi giranî birîndar bûbûn. Herwiha fermandarê Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê(PDK-Î) Selah Rehmanî jî hîn li ber mirinê ye, piştî ku dawiya meha borî li Hewlêrê bombeyek bi binê tirimbêla wî ve hatibû zeliqandin û di encama wê teqînê de tekane kurê wî hatibû kuştin.

    Malpera El Erebî el Cedîdê derbarê mijarê de raporteke amade kir ku Sputnik Kurdistanê xalên sereke jê wergerandin û ew jî wiha ne:

    "DOSYAYA KUŞTINA SEROKÊN PARTIYÊN KURDÎ LI KURDISTANÊ SIYASÎ YE"

    "Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, herêma Kurdistanê di qada kurdî de di şerekî îstîxbaratê yê cuda de ye. Biryara tevgera ewlekarî/asayîşa kurdî di vê dosyayê de pêşî siyasî ye. Li gorî serpelekî îstîxbarat(Asayîşê) ku ji aliyê kurê (Serokê Herêma Kurdistanê yê berê) Mesûd Barzanî, Mesûrî ve tê birêvebirin, ev operasyonên kuştinan ku gihiştine rayedarên dijberiya kurdên Îranê, 'ji aliyê îstîxbarata Îranê, herwiha Feyleq el Quds û hinek ajanên kurdên Îranê ve tên kirin ku Îranê li beramberî dana hinek îmtîyazan ew ji bo vî karî amade kirine.

    "DI NAVA MEH Û NÎVEKÊ DE ÎRANÊ HEWLA KUŞTINA 7 SERKIRDEYAN KIR"

    Wî serpelî di berdewamiyê de wiha got, di nava meh û nîvekê de Tehranê nêzîkî 7 serkirdeyên gelekî giring ên partî û hêzên kurdî û îranê yên cuda kuştine' û destnîşan kir ku ' beşekî ji wan ji sala 2015an ve têkilî bi îstîxbarata amerîkî re çêkirine û êdî hevkariyên wan di nava bajarên rojavayê Îranê de hene ku piraniya niştîcihên wan herêman kurd in û cîrana Îraqê ye.

    "BERPIRSYARÊ KUŞTINÊN SERKIRDEYÊN PARTIYÊN KURDÎ ÎQBAL PÛR E"

    Herwiha wî diyar kir ku 'dijberên kurd ên Îranê yên niha li Herêma Kurdistanê ne, cihên mayîna xwe guherandin û bi baldariyeke zêde diçin û tên. Tê gotin ku ew operasyonên tesfiyekirina wan ji aliyê berpirsyarê dosyaya Kurdistana Iraqê yê Feyleq el Qudsê yê Îranê, Îqbal Pûr ve tê birêvebirin.

    HELWESTA YNKÊ JI KUŞTINÊN ÎRAN LI HERÊMA KURDISTANÊ DIKE?

    Siyasetvanên YNKê li Silêmaniyê ku têkiliya partiya wan bi kurdên dijber ên Îranê re xerab in û bi kurdên dijberên Enqereyê re baş in, dibêjin ku partiyên kurdên Îranê yên dijber dê tevlihevî û bêîstiqrariyê bînin herêmê lê çavê xwe li ser kurdên Tirkiyeyê û kêşyên ku PKKê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî re çêkirin digirin.

    Endamê YNKê Awat Elî dibêje ku "hewlên kuştinê li her derê cîhanê hene. Baştirîn mînak jî, kuştina sîxurê dualî li Brîtanyayê (Sergey Skripal) e. Lewra mirov nikare ti aliyî tawanbar bike ku li dû kuştina wan e heta eger ew kesên hatibin kuştin ji rengekî bin an jî yên yek aliyî bin.

    "ŞERÊ ÎSTIXBARATÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ HEYE"

    Lê serkirdeyekî berbiçav di Hevpeymaniya Kurdistanî ya Iraqê eşkere kir ku " şerekî îstîxbaratê niha li herêmê heye û got, "Washingtonê bi sedan çekdarên kurdên Îranê perwerde kirin û di van her sê salên borî de di bin sîwana perwerdekirina hêzên Pêşmerge ji bo şerê DAIŞê de çek dan wan. Hemû jî ji partiyên Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Bazên Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê-Îranê û Partiya Komunîst a Kurdistanê ne. Tehran niha li ser dixebite ku fermandarên van rêxistinên çekdar û serokatiya bandorê li wan dike bikuje."

    "AMERÎKAYÊ PIŞTGIRÎ DIDA WAN KESÊN KU HATINE KUŞTIN"

    Wî serkirdeyê Hevpeymaniya Kurdistanî diyar kir ku "çar kesên ku vê dawiyê hatine kuştin, fermandarên leşkerî kurdên Îranê bûn ku di salên dawî de piştgirî ji Amerîkayê wergirtibûn.

    "HERÊMA KURDISTANÊ JI HINEK SERKIRDEYÊN PARTIYÊN KURDÊN ÎRANÊ XWESTIYE KU BIÇIN"

    Herwiha teqez kir ku "Herêma Kurdistanê, saziyên ewlekariyê jî di nav de, tenê li van operasyonên kuştinan temaşe dike. Li gorî wî serkirdeyî, (herêma Kurdistanê) ji hinek kesayetên partiyên Îranê yên dijber ên ku li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê ne xwestiye ku herêmên sînorî biterikînin yan jî bi temamî ji herêmê derkevin. Hinek ji wan jî bi rastî wenda bûn û tê texmînkirin bi alîkariya Amerîkayê ji wê çembera xeterê derketine."

    "ISTIXBARATA ÎRANÊ LI MISTEFA HICRÎ DIGERE"

    Ew serkirde dibêje ku endamên îstîxbarata Îranê û Feyleqa Qudsê li cihê Mistefa Hicrî digere ku wek serokekî ruhî jî ji PDK-Îyê re dihesibe.
    Endamê Parlamantoya Iraqê yê kurd Ebdulbarî Zêbarî dibêje, "aliyê fermî yê ku divê behsa mijarê bike, hikûmetên Bexda û Hewlêrê ne lê mixabin herduyan jî heta niha ti şirove li ser vê mijarê nekiriye û ti wateya bêdengiya wan tine, heta hinek operasyon hene ku hatine kirin û paşê hatine veşartin.

    "EGER ASAYÎŞA KURDISTANÊ DESTWERDANÊ NEKE, ÎRAN DÊ LI SER KUŞTINAN BERDEWAM BE"

    Lê serkirdeyê berbiçav ê Hevpeymaniya Kurdistanî û endamê Parlamentoya Iraqê Macid Şingalî eşkere 'îstîxbarata Îranê bi wan rêze-kuştinan tawanbar kir û teqez kir ku ew hewl berdewam in û wiha got: "Ez wiha bawer dikim ku ev hewlên kuştinan dê berdewam bikin, eger di rêya destwerdana asayîşa herêmê re neyên rawestandin.

    "HERÊMA KURDISTANÊ FATOREYÊ DIDE"

    Şêwirmendê Ragihandinê yê Serokê PDKê Mesûd Barzanî, Kifah Mehmûdî jî got, "tiştê tê kirin, beşek ji wê fatoreyê ye ku li herêmê hatiye birîn û mixabin bedela wê dide. Mehmûdî got, "hewlên kuştinê di çarçoveya şerê Tehran û dijberiyê de ye û heman tişt li gel tirkan jî wiha ye, eger îstîxbarata Tirkiyeyê operasyonanan li Silêmaniyê pêk bîne. "

    Bi heman mijarî:

    Ebadî: Di navbera Amerîka û Îranê de em nabin alîgir
    Welîahdê Siûdî: Dibe ku di nava 10-15 salan de em bi Îranê re şer bikin
    Êrîş birin ser karmendên balyozxaneya Îranê
    Ehmedînejad dîsa dadgeha Îranê hedef girt: Ketiye bin bandora Brîtanyayê
    Bi saya Rûsya, Tirkiye û Îranê dê rewşa Sûriyeyê normalîze bibe
    Etîketan:
    Feyleq el Quds, PAK-PDK-Î, Husên Yezdanpena, Mistefa Hicrî, Silêmanî, Duhok, Hewlêr, Tirkiye, Amerîka, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de