21:47 25 Gulan 2018
Dadgeh

Êrişkarê kuştina 36 kesan bi îdamê hat cezakirin

© Sputnik / Maksim Bogodvid
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku tometbarê êrişa teqîna Xaneqînê ku 4 sal berê pêk hatibû bi îdamê hat cezakirin.

Wek tê zanîn di 28ê Nîsana 2014an a mitînga hilbijartina Iraqê de, li ber avahiya Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ya bajarê Xaneqînê teqînek qewimî bû û di encama teqînê de 36 sivîlan canê xwe ji dest dabû û derdora 50 kes jî birîndar bibûn.

Li gor daxuyaniya berdevkê asayişa Germiyanê Osman Ebdulkerîm, piştî teqînê dest bi lêkolîn û lêgerînek berfireh kirine û di nava 3 hefteyan de tometbarê êrişê desteser kirine.

Ebdulkerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Kesê tometbarê wê teqînê kurd û xelkê Xaneqînê bû. Me radestî dadgehê kir. Dadgehê duhî fermana dawî li ser wî da û ew bi îdamê mehkûm kir."

Bi heman mijarî:

Li bajarê Xaneqînê 10 xortên kurd hatin kuştin
Balafirên Iraqê deverên bilind ên Xaneqînê bombebaran kirin
Endamekî YNKê li Xaneqînê hat kuştin
Bexda hemû fermanberên kurd ji Xaneqînê der kirin
Berpirsê Haşdî Şabî yê Xaneqînê hat kuştin û lîwaya 110 belav bû
Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
Etîketan:
Êrişkarê teqîna Xaneqînê bi îdamê hat cezakirin, Xaneqîn, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de