17:25 25 Nîsan 2018
    Hêzên Taybet ên Parastinê li Kerkûkê

    Çekdar li Kerkûkê bi ser malên kurdan de digrin û wan dişelihînin

    © AFP 2018 / MARWAN IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li taxa Rizgarî ya bajarê Kerkûkê hejmarek çekdarên nenas bi ser mala kurdekî bi navê Ş.M kir û hemû zêr û pereyên wî dizîn.

    Li gor çavkaniyekî ji asayîşa bajarê Kerkûkê ragihandin ku li taxa Rizgarî ya bajarê Kerkûkê hejmarek çekdarên nenaskirî girtin ser mala endezyarê kurd yê bi navî Ş.M û hemû zêr û pereyên wî dizîn û reviyan.

    Heman çavkaniyê da zanîn ku çekdaran cilûbergên karmendê wezareta kehrebê li ber xwe kiribûn û got ji bilî zêr û pere her çi tiştên giranbuha bi dest wan ketiye birine.

    Hejayî gotinê ye ku piştî desteserkirina 16ê Cotmehê bûyerên asayîşî yên Kerkûkê gelek zêde bûn.

    Bi heman mijarî:

    Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye
    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Etîketan:
    Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de