13:43 25 Nîsan 2018
    Alayên Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdan

    PDKê li Hewlêrê bi bê beşedariya serokê partiyê Barzanî dest bi bangeşeya xwe kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 01

    Îro dûşemê li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi bê beşdariya serokê partiyê Mesûd Barzanî dest bi ahenga nasadina berbijêrên xwe kir.

    Di ahenga bangeşeya PDKê de Cîgirê Serokê Partiyê Nêçîrvan Barzanî û Endamê Polîtburoyê Mesrur Barzanî û hejmareke mezin a serkirdayetiya PDKê û kadro û alîgrên wê amade bûn.

    ‘MESÛD BARZANÎ ÎSAL BEŞDARÎ BANGEŞAYA PDKê NEBÛ'

    Serokê Giştî yê PDKê û Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hemû hilbijartinên berê di dema bangeşeya helbijartinan de beşdar dibû. Barzanî ne tenê li Hewlêrê herwiha li praniya bajar û deverên Kurdistanê beşdarî bangeşeya partiya xwe PDKê dibû lê îsal beşdar nebû.

    ‘PDK PARTIYA DUH Û PÊR Û ÎRO Û SIBE YE'

    Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û tê de bal kişande ser dîroka PDKê, destkeftiyên wê jimartin û got" PDK partiya duh û pêr û îro û sibe ye."

    Herweha da xuyakirin ku PDKe hilgirê peyama neteweya kurd e û herdem xebata wê bo bidestxistina mafê gelê kurd bûye û niha jî em hêvî dikîn dengên baş bidest bînîn, ji bo ku kursiyên bêtir di Perlemantoya lraqê de misoger bikîn daku berevaniyê ji mafên kurd bikîn û di pêşerojê de biparêzîn.

    ‘PDKê JI 2005an Û VIR VE DI HEMÛ HELBIJARTINÊN PERLEMANTOYA IRAQÊ DE JI HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ YÊN KURDÎ ZÊDETIR KURSÎ BIDEST XISTINE'

    Hêjayî gotinê ye ku bi serokatiya Mesûd Barzanî PDK di hemû helbijartinên perlemantoya lraqê de zêdetirî hemû partiyên siyasî yên kurdî kursî ji xwe misoger kirîne, lê car bo carê hejmara kursiyên wê kêm bûne û li gor nêrîna hin çavdêran di helbijartina îsal de jî wê hejmara kursiyên wê kêm bibe ku nihu 25 kursî di perlemantoya lraqê de hene.

    Bi heman mijarî:

    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    PDK: Bêyî ala Kurdistanê em venagerin Kerkûkê
    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    PAK û PDK-Î li hevdu civiyan
    PDK-S: Bila Tirkiye çekdaran ji Efrînê derxe
    PDK-Bakur: Divê kurd jî û partiyên wan jî di çarçoveya nêrîna millî de tevbigerin
    Parêzer Zilan: Enqere hemû kurdên PYD, PDK, YNKyî yek dibîne
    Etîketan:
    Di hilbijartinên Iraqê de pişka Herêma Kurdistanê, Hilbijartinên Iraqê, Bangeşeya Hilbijartinê, Bangeşe, Spûtnîk Kurdistan, Osman Başqalî, Nêçirvan Barzanî, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de