17:28 22 Nîsan 2018
    Herêma Kurdistanê ala Kurdistanê xwepêşandan

    Li Silêmaniyê di dema propagandaya hilbijartinan de alozî derket: 5 kes birîndar bûn

    © AFP 2018 / Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin li navçeya Ranye ya Silêmaniyê di dema propagandaya hilbijartinan de alozî û gengeşî derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

    Li gorî nûçeyek Rûdawê Berdevkê Tenduristiya Ranyeyê Taha Mihemed ragihand ku îro dema Lîsteya Nifşên Nû li navçeyê propagandaya xwe ya hilbijartinan dikir, di nava girseya gel de alozî derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

    Mihemed anî ziman ku birîndar gihandine nexweşxaneyê û tên dermankirin.

    Berdevkê Rêveberiya Polîsê Raperînê Şoreş Îsmaîl jî ragihand, ku heta niha ti kesan li ser bûyerê gilî tomar nekiriye lê wan dest bi lêkolînê kirine.

    Bi heman mijarî:

    Parêzgarê Silêmaniyê bersiv da Yildirim
    Li Silêmaniyê hemû zimanên bîyanî li kreşan hatin qedexekirin
    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Birêveberê balafirgeha Silêmaniyê ji bo vekirina balafirgehan peyameke vîdeoyî weşand
    Etîketan:
    propaganda, Silêmanî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de