10:27 23 Nîsan 2018
    balafirên tirk-balafirên şer yên tirk-

    '3 birayên kurd di encama bombebarana artêşa tirk de jiyana xwe ji dest da'

    © AP Photo / Anatolia, Kenan Gurbuz
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Li gundê Nêrwekî yê bi ser nahiyeya Şêladizê ya li devera Amêdiyê termê 3 kesan hatine dîtin ku ji ber êrişên balafirên artêşa tirk hatine kuştin.

    Hat diyarkirin ku li gundê Nêrwekî yê bi ser nahiyeya Şêladizê ya li devera Amêdiyê termê sê kesan hati dîtin ku ji ber êrişên balafirên artêşa tirk hatine kuştin û hat diyarkirin ku her 3 jî birayên hev in.

    Derbarê bûyerê de li ser medyaya civakî vîdeoyek hat weşandin û kesê di vîdeoyê de diyar dike ku cenazeyê wan her 3 birayan bi alîkariya welatiyên wê herêmê hatin derxistin û veguhastin û tê diyarkirin ku navê wan birayan Tahir, Remezan û Mecîd e.

    Bi heman mijarî:

    Balafirên Tirkiyeyê dîsa gundê Saye, Sêwek û Helemûnê bombebaran kirin
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê dîsa herêma Biradost bombebaran kirin
    Balafirên şer ê Tirkiyeyê dîsa herêma Sîdekan bombebaran kirin
    AFP: Balafirên tirk nexweşxaneya Efrînê bombebaran kir: 16 sivîlan can da
    Etîketan:
    bombebarana artêşa tirk, Şêladîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de