06:24 21 Gulan 2018
    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY)

    Neteweyên Yekbûyî (NY): Yek ji sedemên aloziyan pirsgireka kurd e

    © REUTERS / Lucas Jackson
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Sekreterê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres ragihand ku çend sedemên aloziya li Rojhilata Navîn hene û yek ji wan jî pirsa kurd e.

    Antonio Guterres di dema civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ya li ser rojeva Sûriyeyê de behsa metirsiyên mezin ên li ser aramî û seqamgiriya Sûriye û Rojhilata Navîn kir.

    Guterrres got: "Şerê sar vegeriya. Lê vê carê bi hestê tolhildanê û bi cudahiyên xwe ve vegeriya. Berî ji bo astengkirina alozî û gengeşeyan mekanîzmayek hebû lê niha ew jî nemane."

    Sekreterê NYê, ji bilî pirsgirêka Filistînê yekemîn car bû ku behsa pirsa kurd û Birayên Misliman jî kir û wiha axivî:

    "Hinek faktorên din hene, ku aloziya li herêmê zêdetir dikin. Ew jî helwestên cuda yên li hember rewşa kurdan û Birayên Misliman e."

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: Erdogan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
    Ji Dûmayê milîtanên herî dawî jî hatin tehliyekirin
    Netanyahu: Di mesela Sûriyê de em bi Trump re ne
    Ji Erebistana Siûdî pişgiriya operasyona li ser Sûriyê
    Bedlîsê teqîn: Welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    pirsgirek, kurd, Antonio Guteres
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de