17:26 24 Nîsan 2018
    Parlementerê HDPê Imam Taşçier

    Parlamenterê heyata HDPê ku serdana Kurdistanê kir ji Spûtnîkê re axivî

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    0 50

    Parlamenterê HDPê yê Amedê ku yek ji endamê heyeta HDPê ku serdana Herêma Kurdistanê kiribû Îmam Taşçier dîtin û ramanên xwe yên ji bo serdanê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re vegotin.

    Li gor daxuyaniya Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier wek heyet serdana wan a Herêma Kurdistanê gelekî berhemdar derbas bûye û hemû şexs û partiyên siyasî yên kurd di mijara avakirina yekîtiya kurdan de pir erênî difikirin. Li gor Taşçier, kurdan jixwe niha yekîtiya xwe ava kiriye tenê pratîze nebûye.

    ‘YEKÎTIYA NETEWEYÎ XELASIYA KURDAN E'

    Parlamenter Îmam Taşçier di axaftina xwe de got: "Daxwaza me ya yekîtiya neteweyî ji aliyê her kesî ve tê zanîn û berê jî ji bo vê me gelek hewl da. Herî dawî di sala 2016an de bi serokatiya Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş wek heyetekê me serdana Herêma Kuridstanê kiribû û bi şexs û partiyên siyasî yên kurd re ji bo tifaqa kurdan me hevdîtin pêk anîbûn. Lê piştî girtina Demirtaş û êrişên ser HDPê xebatên me qut bûn. Piştî lidarxistina kongreya HDPê me biryar da em xebatên xwe yên ji bo tifaq û yekîtiya kurdan dewam bikin û bi vê mebestê dîsa wek heyeteke HDP bi serokatiya Pervin Buldan me serdana Herêma Kurdistanê kir."

    ‘BARZANÎ JI BO TIFAQ Û YEKÎTIYA KURDAN GELEK ERÊNÎ BÛ'

    Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me heyeta HDPê di serdana xwe ya Kurdistanê de pêşî bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî re hevdîtinek li dar xist. Di hevdîtinê de herdu aliyan jî li ser mijara ku eger tifaqa kurdan hebûna ev bûyerên dawî yên wek DAIŞ, meseleya Kerkûk û hwd. wê nehatibûna serê kurdan û divê di zûtirîn demê de ev tifaq û yekîtiya nav mala kurd were avakirin û herdu aliyan jî got ji bo tifaq û yekîtiyê em ji her tiştî re amade ne. Zêdetir hevdîtina me bi Barzanî re li ser van meseleyan bû û di meseleya yekîtiyê de pir erênî bû. Piştî civîna Barzanî me bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û partiyên Hewlêrê re jî ji bo vê mijara navborî hevdîtin lidar xistin û danûstandin kirin."

    ‘DIVÊ YEKÎTÎ ROJEK BERÎ ROJEKÊ AVA BIBE'

    Îmam Taşçier di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî hevdîtinên Hewlêrê serdana bajarê Silêmaniyê kir û li wir YNK, Tevgera Goran, Partiya Demokrasî û Edaletê, Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê û Yekgirtuya Îslamî jî di nav de me bi gelek şexs û partiyên siyasî yên kurd re ji bo mijara navborî civîn li dar xistin. Di hemû civînên xwe de me daxwaza xwe ya avakirina tifaq û yekîtiya neteweyî kurd anî ziman û me xwest ev yekîtî rojek berî rojekê were avakirin û ji bo vê diyalog û danûstandin berdewam bibin. Ez bihêsanî dikarim bêjim ku hemû şexs û partiyên kurd bi erênî pêşniyara me nirxandin. Lê em dizanin ev ne karê rojekê ye û dem jê re divê. Ji bo ku di meseleya avakirina yekîtiyê de armanc ev e ku hemû partî bi reng, helwesi, bîr û baweriya xwe tevlî vê prosesê bibe û bingeheke neteweyî li hev bikin."

    PARLAMENTERÊ HDPÊ: YEKÎTÎ DI NAVA GEL DE AVA BÛYE

    Taşçier di dawiya axaftina xwe de got: "Di encama hevdîtin ku hat lidarxistin de biryar hat dayîn ku divê ev danûstandin berdewam bin û ji bo berdewamiya hevdîtinan divê komîsyonek were avakirin û danûstandin rêya komîsyonê werin pêşxistin. Di serdanan de em rastî tu tiştekî neyînî nehatin, tenê mijara aciziyê meseleya herêmên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê yên wek Kerkûkê ku ji aliyê Heşda Şeibî û hêzên iraqî ve hatine dagirkirin hebû. Tabî ev mesele li herêmê bûye sedema aciziyê û dihate gotin ku divê rojek berî rojekê ev herêm vegerin ser Kurdistanê. Ji xeyrî vê tu pirsgirêkek tunebû û li ser piraniya meseleyan jî me li hev kir. Daxwazên herdu aliyan jî avakirina vê tifaq û yekîtiyê bûn. Jixwe yekîtî di nava gel de ava bûye. Vêga hemû kurdên her perçeyên Kurdistanê yên dîaporayê ji bo yekîtiya neteweyî dixebitin. Dema êrişek diçe ser bajarekî an jî şexsekî kurd hemû bi helwesteke neteweyî pê diêşin û li dij derdikevin. Herwiha bi serkeftinê jî hemû kurd kêfxweş û dilşad dibin. Ev jî nîşan dide ku jixwe kurdan di nava xwe tifaq û yekîtiya neteweyî ava kiriye, tenê kêmasî yekbûna partiyên kurd ku gel birêve dibe maye. Ji bo ku gel di nava xwe de ev tifaq ava kiriye ez bawer dikim ku ev yekîtiya neteweyî dê were avakirin."

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî
    Heyeta HDPê bi serokatiya Demirtaş gihîştin Almanyayê
    Heyeta HDPê çû serdana PDKê
    Etîketan:
    Serdana heyeta HDPê bo Herêma Kurdistanê, Îmam Taşçier, Kurdistan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de