14:53 22 Gulan 2018
    Petrol

    ‘6 meh in petrola Kerkûkê diherike Îranê û kes nabê çima'

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gor parlamenterên kurd ên li Parşamentoya Iraqê ev 6 meh in hemû petrola herêma Kerkûkê bo Îranê tê şandin û kes nabê çima.

    Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di axaftina xwe de ragihand ku ev 6 meh in piştî dagirkirina Kerkûkê hemû petrola herêmê bo Îranê tê şandin û tu kes dengê xwe dernaxe û helwestekê nÎşan nade."

    Nûnerê kurd li Iraqê Şaxewan Ebdullah di berdewamiya axaftina xwe de vegera Pêşmerge bo Kerkûkê nirxand û got: "Ji bo vegera hêzên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê, pêwîst e kurd yekdeng bin û ew rewşa li ser Kerkûkê hatiye sepandin qebûl nekin."

    Herwiha parlementereke din a Parlamentoya Iraqê Eşwaq Caf jî di axaftina xwe de got: "Hinek hêzên tarî dest daniye ser petrola Kerkûkê û ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin. Digel ku Heyder Ebadî Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar e, lê tu erka wî nîne."

    Bi heman mijarî:

    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye
    YNK: Kerkûk hatiye dagirkirin
    Barzanî: Kerkûk dagîrkirî ye û ta rewşa wê asayî nebe em qebûl nakin
    Etîketan:
    Petrola Kerkûkê, Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de