01:08 26 Nîsan 2018
    Huseyn Yezdanpena

    Serokê PAKê Husên Yezdanpena rastî êrîşekê hat

    Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 04

    Îro danê êvarê li ser kolana 120mê ya Hewlêra paytextê Herêma Kurdistanê, Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Husên Yezdanpenda rastî êrîşeke çekdarî hat.

    Çavkaniyeke PAKê ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku kesekî li ser motorskletekê li kolana 120 mê ya li Hewlêrê teqe li Yezdanpenayî kiriye.

    Herwiha wê çavkaniyê diyar kir ku Husên Yezdanpena ji êrîşê rizgar bûye û tu kes jî biber wê êrîş neketiye.

    Ji aliyê din ve, çavkaniyê ev êrîş wek terorkarî bi nav kir û "saziya îtîlaatê ya Îranê (Îstîxbarat) wek berpirsyar nîşan da.

    Hêjayî gotinê ye ku ev demek e, çend rayedarên  partiyên kurdan ên li Herêma Kurdistanê rastî êrîşên çekdarî tên.

    Bi heman mijarî:

    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    Tirkiye li sînorê Herêma Kurdistanê baregeheke leşkerî ava dike
    ji xwezaya deverên herema Kurdistanê û Sîdekanê çend wêne
    Etîketan:
    êrişa çekdarî, êrîş, PAK, Husên Yezdanpena, Herêma Kurdistanê, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de