17:35 22 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    Barzanî dilgiraniya xwe ji bo rewşa gelê kurd li Sûriyeyê ragihand

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî di civîna xwe de behsa rewşa herêma Kurdistanê, bûyerên piştî referandûma serxwebûnê û amadebûna xwe ji bo alîkariya çareseriyê aştiyane ji bo pirsa kurdan li Tirkiyeyê kiriye. Herwiha Barzanî dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê kurd li Sûriyeyê jî daye xuyakirin.

    Malper A KDP-Info ragihand ku Serokê Partiya Demokratîka Kurdistanê(PDK) Mesûd Barzanî û Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesut Tek duh civiyane.

    Li gorî nûçeyê, "Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ronahî xistiye ser rewşa siyasî li Tirkiyeyê, rewşa Kurdî û aliyên siyasî yên Kurdî li Tirkiyeyê, Herwiha amaje bi wan astengî û aloziyên kir, ku vê dawiyê di jiyana siyasî ya gelê Kurd de li Tirkiyê derketin".

    Barzanî jî di wê civînê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bûyerên piştî referandûmê kir û dilgiraniya xwe derbarê pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê da xuyakirin.

    Derbarê rewşa aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê, Serok Barzanî "şêrtên pêwîst pêşkêş kirin û amadebûna xwe ji bo alîkariyê di çareseriya aştiyane ya doza Kurd û xebata siyasî ya gelê Kurd de, li Bakurê Kurdistanê ragihand".

     

    Bi heman mijarî:

    Noqavên Brîtanyayê ji bo lêxistina Sûriyê ketin menzila moşekavêtinê
    ‘Gelo wê Rûsya û Amerîka li Sûriyê kêjan çekana bi kar bînin’
    Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîn
    Parlementerê rûs: Em bi rêya Tirkiyê bi NATOyê re di têkiliyê de ne
    Li Azerbeycanê cardin Ilham Aliyev hat hilbijartin
    Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka li Sûriyê moşekên Tomahawk Block IV bi kar bîne
    Hûsiyan 3 moşek avêtin Erebistana Siûdî
    Etîketan:
    PDK, Mesut Tek, Mesûd Barzanî, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de