06:06 20 Nîsan 2018
    Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê

    Ebdulla: Tirkiyeyê heta niha ti bersivek nedaye Iraq û Kurdistanê

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê diyar kir ku hikûmeta Tirkiyeyê derbarê firînên ji bo vê balafirxaneyê de heta niha ti bersivek nedaye hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê.

    Li gorî nûçeyeke NRTyê Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Tahir Ebdulla got, "Di warê kêşeya firînên Tirkiyeyê yên ji bo Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê de berpirsê yekem ê çareseriyê hikûmeta Iraqê ye."

    Ebdulla bal kişand ser ku piştî Iraqê biryara vekirina balafirxaneyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê ji bo firînan da, Tirkiyeyê heta niha ji bo Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ti geştên firînê li dar nexistine.

    Birêveberê balafirxaneyê diyar kir ku wan çend caran di astên cuda yên hikûmeta Iraq û Kurdistanê de bi riya Wezareta Ragihandinê ya Iraqê hewl daye lê Tirkiye li ser helwesta xwe bi biryar e û ti bersivek nedaye hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê.

    Bi heman mijarî:

    Li Silêmaniyê hemû zimanên bîyanî li kreşan hatin qedexekirin
    Parêzgarê Silêmaniyê bersiv da Yildirim
    Birêveberê balafirgeha Silêmaniyê ji bo vekirina balafirgehan peyameke vîdeoyî weşand
    Ebadî talîmat dan ku balafirgehên Hewlêr û Silêmaniyê vebin
    Yekem balafir ji balafirgeha Silêmaniyê ber bi Siûdî ve firiya
    Etîketan:
    Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, Tahir Ebdullah, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de