00:54 21 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Midûriyeta Ewlehî: Kerkûk bi roj di destê Iraqê û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye

    © Sputnik / Nazek
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Kerkûkê Ferhad Heme Elî di axaftina xwe de ragihand ku êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê zêde bûnê û ev ji bo Kerkûkê talûkeyeke mezin e.

    Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Kerkûkê Ferhad Heme Elî di axaftina xwe ya civîna çapemenî de ragihand ku êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê zêde bûnê û ev ji bo Kerkûkê talûkeyeke mezin e. Li Kerkûkê hinek herêm bi roj di destê hêzên iraqî û bi şev jî di kontrola DAIŞê de ye.

    Ferhad Heme Elî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî 16ê Cotmehê ku Kerkûk ji aliyê hêzên iraqî û milîsên paramiliter ên Heşda Şeibî ve hat dagirkirin ewlehiya bajêr nehat parastin. Li hinek herêman bi taybetî di rêya Kerkûk û Bexdayê de bi şev kontrole bi dest dixin, sivîlan dikujin û dest datînin ser wesayîtên wan."

    Heme Elî dirêjiya axaftina xwe de got: "Êrişên DAIŞê li Hawîce û Daqukê zêde bûne. Hêzên Iraqê nikarin parastina Kerkûkê bikin û kêm dimînin û ev kêmahî divê hêzên Pêşmerge were dagirtin. Divê Pêşmerge vegere Kerkûkê, eger bergirî neyê girtin dibe DAIŞ li Kerkûkê hinek herêman bi dest bixe."

    Bi heman mijarî:

    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    ‘Kerkûk ji Kurdistanê nayê qutkirin'
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Etîketan:
    Berdevkê Midûriyeta Ewlehî yê Kerkûkê, Ferhad Heme Elî, KUrdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de