18:23 20 Gulan 2018
    Nêçîrvan Barzanî - Hendrik Van de Velde

    Barzanî pêşwaziya Hendrik Van de Velde kir

    © Foto : Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Belçîkayê yê Iraq û Urdinê Hendrik Van de Velde kir.

    Li gor daxuyaniya malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de Balyozê Belçîkayê bi navê xwe û hikûmeta welatê xwe, ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re xwest, piştre behsa pêvajoya siyasî ya Iraq û gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hilbijartinên dahatû yên Iraq û Herêma Kurdistanê û qonaxa piştî rêxistina terorîst a DAIŞê kirin.

    Nêçîrvan Barzanî jî ji ber vê serdanê û pêşkêşkirina sersaxî, spasiya şanda mêvan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Iraqê, qonaxa piştî DAIŞê, mijara aware û penaberan de çawaniya serederîkirina ligel qonaxa niha kurteyek pêşkêş kir.

    Heyetan di hevdîtinê de li ser hewldanên reforma Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşveçûna diyaloga ligel Bexdayê jî gotûbêj kirine.

    Bi heman mijarî:

    Şandeke Kurdistanê bi serokatiya Barzanî diçe Bexdayê
    Barzanî: Em amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza kurdî li Tirkiyê
    Barzanî û şandeya Amerîkayê li hev civiyan
    Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
    Piştî Barzanî, Berhem Salihî çi ji Baydemîrî re got?
    Kralê Urdinê peyamek ji Barzanî re şand
    Etîketan:
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Hendrik Van de Velde, Nêçîrvan Barzanî, Belçîka, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de