06:27 27 Gulan 2018
Mesûd Barzanî

Barzanî: Em amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza kurdî li Tirkiyê

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî ragihand ku, “em amade ne ji bo alîkariya çareseriya aştiyane ya doza kurdên li Tirkiyê.”

Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Sulliman a bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re
© Foto : http://cabinet.gov.krd
Îro Mesûd Barzanî bi Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Mesûd Tek re li Hewlêrê civiya. Di civînê de Mesûd Tek behsa rewşa siyasî û astengiyên di hêla siyasî de yên li Tirkiyê kir. Tek herwiha bi taybetî vê dawiyê pirsgirêkên siyasî yên di jiyana gelê kurd de li Tirkiyê derketine anî ziman.

Mesûd Barzanî jî li ser pirsgirêkên ku piştê pêvajoya referandumê li Herêma Kurdistanê derketin holê axivî.

Di civînê de Barzanî destnîşan kir ku "em amadene wezife hildin ji bo bi awayekê aşitiyane çareseriya pirsgirêkên siyasî yên kurdên Tirkiyê."

Di dawiya hevdîtinê de Mesûd Tek ji bo Îdrîs Barzanî ku beriya hefteyekê wefat kiribû sersaxî xwest.

 

Bi heman mijarî:

Şandeke Kurdistanê bi serokatiya Barzanî diçe Bexdayê
Piştî Barzanî, Berhem Salihî çi ji Baydemîrî re got?
Kralê Urdinê peyamek ji Barzanî re şand
Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
Etîketan:
mesûd tek, barzanî, çareserî, KURDISTAN
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de