01:03 26 Nîsan 2018
    Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Douglas Sulliman a bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re

    Barzanî û şandeya Amerîkayê li hev civiyan

    © Foto : http://cabinet.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke amerîkayî ya bi serokatiya Balyozê Amerîka yê li Hewlêrê Douglas Silliman li hev civiyan. Di civînê de hat behskirin ku metirsî heye DAIŞ ji nû ve xurt bibe.

    Li gorî ragihandina malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şandeyeke amerîkayî ya bi serokatiya Balyozê Amerîka yê li Hewlêrê Douglas Silliman li hev civiyan.

    Hat diyarkirin ku Balyozê Amerîkayê Silliman di axaftina xwe de behsa geşedanên dawîn yên li herêmê, pêvajoya hilbjiratinên Iraqê û herwisa pêşketina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û piştgiriya xwe ya ji bo hevdîtinên navbera her du aliyan anî ziman.

    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî jî spasiya xwe pêşkeşî Silliman û şandeya bi wî re kir û ew piştgiriya Amerîkayê ya ji bo diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê girîng nirxand.

    Ligel vê yekê her du aliyan di civînê de anî ziman ku metirsî heye DAIŞ û tundrewî ji nû ve xurt bibe û ew hemfikr bûn ku ji bo pêşîgirtina li vê tundrewiyê di navbera aliyan de hemahengi hebe.

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya
    Piştî Barzanî, Berhem Salihî çi ji Baydemîrî re got?
    Kralê Urdinê peyamek ji Barzanî re şand
    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    Selîm Cibûrî ji bo sersaxiyê çû serdana Barzanî
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    Etîketan:
    DAIŞ, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de