14:37 22 Gulan 2018
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    ‘Ji bo yekîtiya neteweyî em ji her tiştî re amade ne'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20

    Heyeta HDPê ku ji Osman Baydemir, Îmam Taşçier û Zeynep Boga pêk dihat li Silêmaniyê serdana navenda Partiya Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê (PSDK) kir.

    Heyeta HDPê ji aliyê Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd û berpirsên partiyê ve hat pêşwazîkirin. Mehmûd piştî hevdîtina bi heyeta HDPê re got: "Ji bo yekîtiya neteweyî em ji her tiştî re amade ne."

    Mihemed Hacî Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di hevdîtinê de me mijara yekîtiya neteweyî û rewşa siyasî ya dawî nirxand. Yekîtiya gelê kurd gelekî girîng e. Em wek partiya PSDKê piştgiriyê didin HDPê. Ji bo yekîtiya neteweyî em ji her tiştî re amade ne."

    Osman Baydemir di axaftina xwe ya li ser navê HDPê de got: "Me di hemû hevdîtinên xwe de mijara yekîtiya navbera kurdan nirxand. Herwiha ji bo berhevbûna kongreya neteweyî wê xebata me dewam bike. Divê êdî yekîtiya neteweyî ji axaftinê derkeve û têkeve pratîkê."

    Bi heman mijarî:

    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    HDP: Niha di rojeva me de tifaq tuneye
    Etîketan:
    PSDK, HDP, Osman Baydemir, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de