20:30 23 Nîsan 2018
    Kerkûk

    Goran: Rewşa Kerkûkê nayê qebûlkirin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê Meclisa Niştimanî ya Tevgera Goran û Berpirsê Herêmên Binîqaş ên Navçeyên Kurdistanî Ehmed Ezîz ragihand ku rewşa Kerkûkê ya niha nayê qebûlkirin.

    Endamê Goranê Ehmed Ezîz di axaftina xwe de got: "Kerkûk û navçeyên din ên madeya 140ê heta niha jî li gor destûrê navçeyên cihê nakokî ne, lewma divê bi hevbeşî ligel Pêşmerge bên birêvebirin, ne tenê hikûmeta Iraqê îdare bike û pêwist e Pêşmerge wek hevbeş vegerin."

    Ehmed Ezîz di berdewamiya axaftina xwe de got: "Roj bi roj postên îdarî ji kurdan tên standin. Wiha lê hatiye li nexweşxaneyan jî postên îdarî ji kurdan tên standin, loma çênabe ev rewş wiha were qebûlkirin û divê kurd daxwaz bikin ku Pêşmerge wek hevbeşê desthilatê vegerin Kerkûkê ne tenê beşdarê proseyekê."

    Wek tê zanîn milîsên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê 16ê Cotmeha 2017an êrîşî Kerkûkê kirin û ew bajar kontrol kirin. Di van demên dawî de çend caran behsa vegera Hêzên Pêşmerge bo Kerkûkê hat kirin, lê heta niha derbarê vê mijarê de ti rêkeftinek nehatiye kirin.

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e
    Sedir: Bila hêzên Seraya El Selam rêya Kerkûk-Bexdayê kontrol bikin
    Azad Cebarî: Kerkûk hêşta dibin kontrola supa û Heşda Şeibî de ye
    Mehmud Sengawî: Erebkirina niha li Kerkûk û Germiyan dibe, di rejîma Beas de nebuye
    Wezareta Pêşmerge: Me negotiye emê vegerin Kerkûk û Şingalê
    Etîketan:
    Tevgera Goran, Ehmed Ezîz, Kurdistan, Kerkûk
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de