19:28 20 Nîsan 2018
    Mûsil - Operasyon - koçber

    Koçberên mûsilî ji tirsa DAIŞê dîsa vedigerin Kurdistanê

    © REUTERS / THAIER AL-SUDANI
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Koçberên ku piştî rizgarkirina bajarê Mûsilê vegeriyabûn cih û warê xwe ji ber nebûna xizmet, rêvebiriya nîjadî û jği tirsa DAIŞê dîsa vedigerin Herêma Kurdistanê.

    Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku divê Netewên Yekbûyî alîkariya koçberan bike, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi tenê nikare vî barî ragire.

    Felah Mistefa di konferanseke rojnamevanî li gel heyeta Netewên Yekbûyî (NY)de ragihand ku divê Netewên Yekbûyî alîkariya koçberan bike, ji ber ku hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi tenê nikare vî barî ragire. Ji ber xercên wan koçberan salê milyarek 900 milyon Dolar e. Divê kar ji bo dabînkirina aramî, ewlehiyê, vegera koçberan û nehîştina pirsgirêkan bike, ji ber ku ew bûne sedema derketina terorê careke din.

    Mistefa di dawiya axaftina xwe de got: "Piştî rizgarkirina Mûsilê ji DAIŞê hejmarek zêde ya koçberên Mûsilê vegeriyane ser mal û cîhên xwe, lê ji ber nebûna xizmetan û desthilata taifî ya li bajarê wan, 4 hezar kes careke din koçberî Herêma Kurdistanê bûn."

    Bi heman mijarî:

    Ji ber topbarana artêşa tirk 120 malbatên kurd koçber bûn
    ‘Çima hûn newêrin bêjin xelkê Efrînê ji ber êrişa Tirkiyeyê koçber bûye'
    ’Di 24 saetan de 30 hezar Efrînî koçber bûn, gelek jî vegeriyan gundên xwe’
    48 koçber di Dogu Ekspresê de hatin desteserkirin
    Nûnerê NY: Zêdetirî 153 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
    Etîketan:
    Koberên Musilî dîsa vedigerin, Felah Mistefa, Mûsil, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de