21:22 21 Hezîran 2018
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê lı Iraqê Maxim Maximov

Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Rûsya û Gazpromê re civiya

© Foto : Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Maxim Maximov û şanda ligel wî li Hewlêrê civiyan.

Şandeya rûsî ji Viktor Sîmakov Konsulê giştiyê Rûsyayê li Hewlêrê, Mend Andre şîretmendê balyozxaneya wî welatî, Sergey Petrov serokê Kompaniya Gazprom-Neft li Rojhilata Navîn û Olig Belgin rêvebirê ofîsa Hewlêrê ya Kompaniya Gazprom pêk hat.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser malpera xwe derbarê civînê de daxuyaniyek weşand ku tê de hat gotin, "Şandeya mêvan peyama xwe û ya hikûmeta Rûsyayê ya sersaxiyê, ji bo wefata Dilovan Îdrîs Barzanî, gihand Nêçîrvan Barzanî. Paşî behsa têkeliyên navbera Moskova û Hewlêrê kir û berheviya welatê xwe xwe ji bo zêdetir pêşxistina wan têkiliyan di hemû waran de nîşan de û dilxweşiya xwe jî li hember pêşveçûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir."

BARZANÎ: KURDISTAN JI BO VEBERHÊNANÊ HÊSANKARIYÊ DIKE

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Barzanî ji bo serdanê û pêşkeşkirina peyama sersaxiyê, spasiya şandeya mêvan kiriye û gotiye; hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê gelek giringiyê bi têkiliyên bi Rûsyayê re dide û berheviya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina wan têkiliyan di hemû waran de, bi taybetî di warê aborî de, nîşan dide û hemû hêsankarî jî ji bo sermayedarên rûsyayê nîşan da ku li Herêma Kurdistanê weberhenanê bikin.
Herwiha hat ragihandin ku di civînê de, rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên peywendîdar bi rewşa Iraqê û çend mijarên din ketine rojeva civînê.

Bi heman mijarî:

Hikûmeta lraqê soznameya sîxuriyê bi kurdên Kerkûkê dide îmzekirin
Rûsya: Salisburyê di mijara bijehrîkirina Skripalî de bikaranîna kîmyesalê piştrast nekir
‘Cîhana erebî bi xetayeke stratejîk qedera Sûriyê ji welatên din re berda’
Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
Amerîkayê koma xwe ya êrîşkirina dişîne Deryaya Spî
Hîndekarê tirk: Rûsya bi daxuyaniya Efrînê xwest peyamekê bide Tirkiyeyê
Etîketan:
Iraq, Maxim Maximov, Nêçirvan Barzanî, Gazprom, Kurdistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de