21:23 24 Nîsan 2018
    Bajarê Kerkûkê

    Hikûmeta lraqê soznameya sîxuriyê bi kurdên Kerkûkê dide îmzekirin

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Hikûmeta Iraqê ji bo alîkarî û piştgiriya saziyên ewlehiyê û artêşa Iraqê bikin, soznameyekê bi xelkê Kerkûkê yên bi taybet li taxên Kurdan dide îmzekirin.

    Li gor nivîsareke ku gihîştiye ber peyamnêrê Spûtnîk Kurdistan ê Hewlêrê, nivîsara fermî ya bi zimanê erebî hatiye nivîsandin ji duh ve ji aliyê desthilatdarên lraqê ve li bajarê Kerkûkê wek sozname bi ser hejmareke welatiyan de hatiye dabeşkirin.

    BI TAYBET LI TAXÊN KURDAN HATIYE BELAVKIRIN

    Hat zanîn ku ew sozname bi taybet li taxa Kurdistan a Kerkûkê ku piraniya şêniyên wê kurd in hatiye belavkirin û ku tê de tê gotin, pêwîste bi hemû awayekî alîkariya saziyên ewlehî û artêşa lraqê bikin.

    Soznameya ku Hikûmeta Iraqê bi xelkê Kerkûkê dide îmzekirin
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Soznameya ku Hikûmeta Iraqê bi xelkê Kerkûkê dide îmzekirin

    DI SOZNAMEYÊ DE DAXWAZA SÎXURIYÊ TÊ KIRIN

    Herwiha di nivîsarê de hatiye diyarkirin ku pêwîste welatî vê soznamê pir bikin û îmza li ser bikin ji bo ku alîkariya saziyên ewlehî û dewletê bikin li dema her karekî neasayî yan hewleke terorîstî dibin û nabe bi hîç awayekî alîkariya terorîst û têkderan bikin û eger vê erka xwe cîbicî nekin wê berpirsiyar bin li hember yasayê û bên sizadan.

    Bi heman mijarî:

    Li Colemêrge leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da
    Şêwirmendê Ewlehiya Navxweyî yê Trumpî Bossert dest ji kar berda
    Koma pisporên OPCW amadekarîyan dike ku biçe Dûmayê
    Amerîkayê koma xwe ya êrîşkirina dişîne Deryaya Spî
    Hîndekarê tirk: Rûsya bi daxuyaniya Efrînê xwest peyamekê bide Tirkiyeyê
    Necmedîn Kerîm serdana nûnerîtiya Rojava ya li Washingtonê kir
    Etîketan:
    Kerkûk, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de