08:42 23 Nîsan 2018
    Mesrûr Barzanî

    Ji Rûsyayê serlêdana Kurdistana Başûr

    © Foto : krsc.gov.krd
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Balyozê Rûsyayê li Bexdayê Maksim Maksimov serdana Herêma Kurdistan kir û bi Serokê Konseya Ewlehiyê Mesrûr Berzanî re axivî.

    Maksim Maksimov bi mebesta pêşvebirina têkiliyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê çû Hewlêrê. Di hevdîtna Maksimov Berzanî de balyozê Rûsyayê yê Hewlêrê Viktor Simakov cih girt. Maksimov di hevdîtina bi Mesrûr Berzanî de anî ziman ku "em hêvî dikin ku pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de di demeke kurt de bên çareserkirin. Maksimov di derbarê hilbijartinên Iraqê de jî anî ziman ku "hêvî dikim ku bi awayekê serkeftî pêk were û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bibe destpêk."

    Di derbarê hilbijartinên Iraqê de Barzanî jî destnîşan kir ku: Em di hilbijartinê de tu rêxistin û partiyê boykot nakin. Ji bo ku hemû rêxistin û sazî xwe di ewlehiyê de bibînin û Iraq normalîze bibe hemû kes divê bixebitin. Berzanî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku "Tişta ku Kurdistan dixwaze pabendbûna bi destûran e û mayina li ser vê rêbazê ye."

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Piştî DAIŞê bila Iraq bibe 3 perçe
    Mesrûr Barzanî: Em serxwebûna xwe dixwazin
    Mesrûr Barzanî: Ji xeynî çiyayan Amerîkayî jî dostên me ne
    Mesrûr Barzanî: Alîkariya civata cîhanê bo penaberan gelek kêm e
    Etîketan:
    rûsya, balyoz, barzanî, kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de