08:18 23 Nîsan 2018
    Yekîneyên Leşkerî yên Artêşa Amerîkayê li Sûriyê

    'Karwaneke amerîkî ji 65 tiran pêk tê ji Herêma Kurdistanê gihişt Rojava'

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 80

    Duh bi şevê Amerîkayê karwaneke din ê çekan wek alîkarî bo YPGê gihandin Rojava û biryar e, ew alîkarî bo Minbicê bên veguhestin.

    Jêdereke ji hêzên Pêşmerge li Duhokê ku nexwest nave wî were eşkerekirin ji Sputnik Kurdistanê re ragihand ku "şevê din 65 tirimbêlên barhilgir ên leşkerî ku tijî çek bûn bi parastineke mezin ji Herêma Kurdistanê derbarî Rojava bûn".

    Li gorî agahiyên heman çavkaniyê dane, biryar e ku ew çek pêşî biçin bajarê Qamişloyê û ji wê derê bo bajarê Minbicê werin veguhestin.

    Herwiha wê çavkaniyê diyar kirk u alaya Amerîkayê li ser wê karwanê bû û destnîşan kir ku berî niha jî her welatên Hevpeymaniya Navdelwetî ya li dijî DAIŞê karwanên çekan şandine Rojava.

     

    Bi heman mijarî:

    Rêveberê Sîdekanê: Hêzên tirk heta 15-17 kîlometroyan ketine nav axa Kurdistanê
    Mehmet Sanri: Êdî meseleya Kurdistanê nabe qurbana berjewendiyên hêzên super
    Balafirên şer ên Tirkiyê Herêma Kurdistanê bombardiman kir
    Endamê PDK-Îyê: Tirkiye nikare tevgera azadîxwaz ya Bakurê Kurdistanê tine bike
    UNAMIyê ji bo tundiya li dijî xwepêşanderên Kurdistanê bertek nîşan da
    Etîketan:
    YPG, Pêşmerge, Minbic, Qamişlo, Rojava, Kurdistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de