03:06 23 Nîsan 2018
    Osman Baydemir û Berhem Salih

    Piştî Barzanî, Berhem Salihî çi ji Baydemîrî re got?

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 30

    Piştî ku Serokê Herêma Kurdistanê yê berê Mesûd Barzanî ji Parlamanterê HDPê Osman Baydemîrî re got ku "tu di dilê me de yî," Serokê Hevpeymana Demokrasî û Dadweriyê Berhem Salih jî piştgirî da helwesta Baydemîrî ya li Parlamanetoya Tirkiyeyê û got, "tu di dilê hemû kurdan de yî"

    Parlamenterê Kurdistanê Umêd Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsek bi navê ‘Çima Baydemir di nav dilê me de ye?' nivîsîbû û behsa diyaloga navbera Barzanî û Baydemirî kiribû û gotibû: "Eger Kurdistan li nav dilê te ye, piştrast be tu jî di nav dilê me de yî!"

    Berhem Salih li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku wî jî ji Baydemîrî re wiha gotiye: "Te parlamentoya li Tirkiyeyê got, Kurdistan di dilê min de ye, hûn  jî di dilê hemû kurdan de ne".

    ​Hêjayî gotinê ye ku civaka kurdan li Herêma Kurdistanê piştgiriyeke xurt dabû helwesta Parlamanterê HDPê Osman Baydemîrî û gelek bikarhênerên medyaya civakî ew wêneyê Baydemîrî yê tê de destê xwe daniye ser dilê xwe kiribû wêneyê profîla xwe.

    Herwiha ev diyaloga navborî ya di navbera Barzanî û Baydemirî de bûbû rojeva kurdan.

    Bi heman mijarî:

    Kosret Resûl bi fermî piştgirî da projeya Berhem Salih
    PDK: Em amadene liser projeya Dr Berhem Salih biaxivin
    Berhem Salih: ‘Me bi Rûsyayê re hevdîtina çekan pêk anî'
    Kosret Resûl û Berhem Salih serdana Talebanî kir
    Berhem Salihî li hemberî êrişên Îranê nerazîbûn nîşan da
    Selahattin Demirtaş bi Berhem Salih re civiya
    Etîketan:
    Osmsan Baydemir, Berhem Salih, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de