07:35 27 Nîsan 2018
    Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl

    ‘Milîsên Heşda Şeibî bi zorê bertîlê ji ezdiyên Şingalê distîne'

    © Sputnik /
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qeymewamê Şingalê Mehma Xelîl di axaftina xwe de ragihand ku milîsên Heşda Şeibî bi darê zorê bertîlê ji şêniyên êzdî yên li herêma Şingalê distîne.

    Rêberê Êzidiyan Baba Şêx xelata aşityê wergirt
    © Sputnik / Osman Başqalî
    Li gor çavkaniyên herêmî, Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl di axaftina xwe de got: "Li gor agahiyên ku têne ber destê me milîsên Heşda Şeibî li çend deverên Şingalê bi darê zorê bi navê gumrikê bertîlê (bac) ji xelkê herêmê distîne. Ev ne qanûnî ye. Her kesê ku ajalekê an tiştekî din dibe herêmê bi navê gumrikê bertîl jê tê standin."

    Mehma Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji van xalên kontrolê yek li ser rêya Til Efer û ya din jî li devera Barê ya Şingalê hatiye danîn. Me daxwaz ji Waliyê Mûsilê kir ku rê li ber vî kare qirêj ê Heşda Şeibî bigre, nehêle milîsên çekdar bi darê zorê bertîlê ji xelkên herêmê bistînin. Heta niha ji xelkên herêmê re tiştek nekirine û niha jî bi navê gumrikê bertîlê distînin."

    Bi heman mijarî:

    Ji MGKya Tirkiyê peyamên Minbic, Şingal û Qendilê
    Li Kurdistana Îranê pêşangeha wêneyên Şingal û Kobanê dest pê kir
    Amerîka: Piştî êrişa Şingal û Rojava me Akar bi xwe hişyar kir
    Êrişên li Şingal û Rojava li Amedê hat şermezarkirin
    DBPê ji bo Şingal û Rojava banga çalakiyên lezgîn kir
    'Fermandarê Hêzên Hewayî yê Tirkiyeyê: Em ê nehêlin ku Şingal bibe Qendîla duyemîn'
    Etîketan:
    Qeymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl, Şingal, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de