10:19 23 Nîsan 2018
    Geştyar - Turîst

    Di pîrozbahiya Newrozê de 185 hezar geştyar serdana Kurdistanê kir

    © Sputnik / Osman Başqalî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Saziya Geşt û Guzar a Herêma Kurdistanê ragihand ku di pîrozbahiyên cejna Newrozê de 185 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirin û zêdetirî 55 milyon û 500 hezar dolar dahatên bo Kurdistanê çêbû.

    Berdevkê Saziya Geşt û Guzarê Nard Rostî di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîk Kurdistanê de got: "Di pîrozbahiyên cejna Newrozê de 185 hezar geştyar serdana Herêma Kurdistanê kirin û ev rêjeya geştyaran jî bûye sedema zêdetir vejandina bizava geştyarî li Kurdistanê."

    Nard Rostî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gor texmînên me yên saziya geşt û guzarê, her geştyarekî ku serdana Herêma Kurdistanê dike derdora 300 dolarê amerîkî serf dike. Geştyar li sûk û bazaran pereyan serf dike. Fêdeya vê serfkirina pereyan wek bac li hikûmeta Kurdistanê jî dibe. Bi giştî dahatê van geştyaran bo Kurdistanê digihîje 55 milyon û 500 hezar dolarî. Ev reqem ji bo pêvajoya niha ku Kurdistan têde derbas dibe pir erênî ye."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bo Herêma Kurdistanê: Ez li welêt im, welat jî dilê min e
    Li Herêma Kurdistanê sibehê mûçe tên belavkriin
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Cîbûrî serdana Kurdistanê dike: Kurdan bawerî bi yekîtiya Iraqê anî!
    Etîketan:
    Nard Rostî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de