07:35 27 Nîsan 2018
    Qral Ebdullah

    Kralê Urdinê peyamek ji Barzanî re şand

    © REUTERS / Hazir Reka
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Bi munasebeta koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî Kralê Urdinê Ebdullahê 2yem peyameke sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şand.

    Li gorî malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kral Ebdullah di peyama xwe ya sersaxiyê de dibêje: "Bi xemeke kûr û xembariyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya xwedêjêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî yê birayê we gihîşte min, xwedayê mezin wî efû bike."

    Kral Ebdullah di berdewamiya peyama xwe de dibêje: "Di demekê de ku rastgotirîn serxweşiya xwe bi vê boneya bi êş ji we re radigihînim, ji xwedayê mezin û bi şiyan daxwaz dikim ku xwedêjêrazî bixe ber dilovanî û lêborîna xwe û bi biheşta xwe ya berfireh şad bike û aramî û hedarê bibexşe we û malbata we ya camêr."

    Birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî Dilovan Îdrîs Barzanî 2ê Nîsana 2018an li Hewlêra paytext ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû.

    Bi heman mijarî:

    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!
    Selîm Cibûrî ji bo sersaxiyê çû serdana Barzanî
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Barzanî peyameke spasiyê weşand
    Etîketan:
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Kralê Urdinê, Kral Ebdullah, Kurdistan, Urdin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de