07:36 20 Nîsan 2018
    Osman Baydemir û Barzanî

    Barzanî bo Baydemir: Kurdistan di dilê te be, tu jî di dilê me de yî!

    © Foto : Navenda HDPê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40

    Parlamenterê Kurdistanê Umêd Xoşnav behsa hevdîtina parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û got, Barzanî ji Baydemir re gotiye: "Madem Kurdistan di nav dilê te ye, tu jî di nav dilê me de yî!"

    Şandeke HDPê bi serokatiya hevseroka partiyê Pervîn Buldan ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ye. Şanda HDPê roja 7ê vê mehê gihîşt Hewlêrê û heman rojê li Pîrmamê bi Serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Di dema hevdîtinê de parlamenterê Kurdistanê Omêd Xoşnav jî amade bû.

    BARZANÎ: EGER KURDISTAN DI DILÊ TE YE, PIŞTRAST BE TU JÎ DI DILÊ ME DE YE!

    Xoşnav li ser rûpela xwe ya facebookê nivîsek bi navê ‘Çima Baydemir di nav dilê me de ye?' nivîsî ye û behsa diyaloga navbera Barzanî û Baydemir kiriye û gotiye: "Eger Kurdistan li nav dilê te ye, piştrast be tu jî di nav dilê me de yî!"

    Xoşnav di nivîsa xwe ya Facebookê de şandeya HDPê wek "şandeyeke bakurê Kurdistanê" bi nav kir û serdana berî du salan bi bîr anî ku Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demirtaş jî di nav de bû û got: "Demirtaş û Baydemir di wêneyên berî du salan de bûn û bo wêne sekinîm lê ew wêneyê berî çend rojan. Tenê Baydemir bû. Mixabin Demirtaş girtî ye."

    Parlamenterê Kurdistanê behsa diyaloga xwe, Baydemir û Feleknas Ucayê kir û got: Dema girtina wêneyî, min got, heval lew wêne Demirtaş ne li vir e. Baydemir di bersiva xwe de got, "çarenûsa me hemûyan e."

    FELEKNAS UCA: HEVAL HETA EM NEBIN DEWLET, ÇARENÛSA TE Û MIN Û YA ME HEMÛYAN HER ZINDAN E

    Dema min Feleknas Uca dît. Hat navbera me û got, "Heval heta em nebin dewlet, çarenûsa te, min û ya me hemûyan her zindan e. Ji ber wê heta dewleta me Kurdistan çênebe, Kurdistan bixwe ji bo me zindan e."

     

    Bi heman mijarî:

    Selîm Cibûrî ji bo sersaxiyê çû serdana Barzanî
    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Etîketan:
    Tekiliyên HDPê û PDKê, Serdan Kurdistanê, Şande HDPê, HDP, PDK, Feleknas Uca, Osman Baydemir, Mesûd Barzanî, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de