07:41 20 Nîsan 2018
    Karwana Hêzên Pêşmerge li ser rêya Kerkûk - Pirdê

    Mela Bextiyar: Divê Pêşmerge vegere Kerkûkê û navçeyên din

    © REUTERS / Azad Lashkari
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya YNKê Mela Bextiyar li bajarê Silêmaniyê ragihand ku "Piştî 16ê Cotmehê, valahiyeke ewlehiyê li Kerkûkê çêbû û tu pêwendiyeke wijdanî, di navbera gelê Kerkûkê û wan hêzan de tune ye, ku niha li wî bajarî belav bûne".

    Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Mela Bextiyar di civîneke li gel hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan di civîneke rojnamevaniyê li bajarê Silêmaniyê ragihand, ku "Piştî 16ê Cotmehê, valahiyeke ewlehiyê li Kerkûkê çêbû û tu pêwendiyeke wijdanî, di navbera gelê Kerkûkê û wan hêzan de tune ye, ku niha li wî bajarî belav bûne".

    Mela Bextyar got: "Pêwîst e Hikûmeta Iraqê hevrêziyê li gel Herêma Kurdistan bike, da ku Pêşmerge vegerine Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê."

    Herwiha Mela Bextyar diyar kir, ku dagirtina valahiya ewlehiyê li Kerkûkê, wê bi riya bicîkirina destûrê û têgihiştineke nû ji bo birêvebirina wan deveran be.

    Bi heman mijarî:

    Mela Bextiyar derbarê rakirina peykerê Mam Celal daxuyanî da
    Mele Bextiyar serdana nûnerîtiya Rojava kir: Pêwîst bike, em ê Pêşmergeyan bişînin
    Mela Bextiyar: YNK ji ber xayînan felç bûye
    Parlamentoya Kurdistanê ji bo Bextiyar Elî daxuyaniyek weşand
    Romanûsê navdar ê kurd Bextiyar Elî xelateke cîhanî wergirt
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Madeya 140î, Kerkûk, Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, YNK, Mele Bestiyar, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de