08:15 23 Nîsan 2018
    Duhok - Dihok - Dihokê - Rêya Dihokê - Herêma Kurdistanê

    Li Duhokê keçeke kurd a Êzdî kuştî hat dîtin

    © Sputnik / Ekrem Altun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî çar roj ji ser windabûnê, termê keçeke kurd a Êzdî ku ji Şingalê koç kirine û malbata wê li kampa Xankê niştecih e, kuştî hat dîtin.

    Navê keça Kurd a Êzidî Necat Birciz (26) e û êvara roja 5ê Nîsanê winda bûye. Piştî çar rojan, şeva derbasbûyî termê wê di nav goleke avê de bi kuştî hat dîtin.
    Îlyas Xalis ku yek ji xizmên keçikê ye ji Rûdawê re ragihand: "Em mat man ji windabûna keçikê û piştre dîtina termê wê, çimkî ji bilî kuştinê, avêtine nav avê."

    Xalis diyar dike ku ti pirsgirêka wan ligel kesekî tine û dibêje: "Em nizanin keça me çima kuştine, em ji berpirsan daxwaz dikin ku kujerên Necat bibînin." Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: "Piştî du roj ji windabûnê, em ji aliyê xizmên wê ve hatin agahdarkirin û ji wê demê ve me dest bi lêkolînê kiriye. Niha jî lêkolîna me berdewam e û dema ku tawanbar eşkere bibe, emê ragihînin."

    Bi heman mijarî:

    Li Erzînganê teqîn: Mirî û birîndar hene
    DAIŞê êrîşê ser gundê Kerkûkê kir: Mirî û birîndar hene
    Etîketan:
    keç, Êzîdî, kurd, kuştin, Rudaw, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de