04:20 20 Nîsan 2018
    HDP û YNK

    Civîna HDPê bi YNKê re qediya

    © Foto : Malpera fermî ya YNKê
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî li Hewlêrê bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî û berpirsên hikûmetê re hevdîtin pêk anî derbasî Silêmaniyê bû.

    Heyeta HDPê ya bi serokatiya Pervin Buldan li bajarê Silêmaniyê bi endamên polîtbûroya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê re hevdîtinek li dar xistin. Heyeta HDPê ji aliyê berpirsê polîtbûroya YNKê Mela Bextiyar û hinek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

    Li gor çavkaniyên herêmî, herdu partiyên kurd di hevdîtinê de mijara yekîtiya neteweyî û pêşveçûnên dawî yên li Kurdistan û herêmê nirxandin.

    Hat ragihandin ku heyeta HDPê piştî YNKê wê serdana Tevgera Goran, Hereketa Edalet û Demokrasiyê, Yekgirtuya Îslamî û Komeleya Îslamî jî bikin û bi wan re jî dê mijara yekîtiya neteweyî û pêşveçûnên dawî yên herêmê binirxînin.

    Bi heman mijarî:

    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    HDP: Nabe di Rewşa Awarte de hilbijartin werin lidarxistin
    HDP: Hebûna artêşa Tirkiyeyê li Efrînê dagirkerî ye
    'Di siyaseta Tirkiyeyê de bedêlek heye, Demirtaş û HDP îro bedêlê didin'
    Etîketan:
    YNK, HDP, Silêmanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de