19:19 25 Nîsan 2018
    Polîsên Iraqê û Pêşmerge li Kerkûkê

    Rêberê şîî: Em destûrê nadin Pêşmerge vegere Kerkûkê

    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    Serokê Tevgera Sedr Mûqteda Sedr di axaftina xwe de ragihand ku em destûrê nadin hêzên Pêşmerge vegere Kerkûk û herêmên binîqaş.

    Serokê Tevgera Sedr Mûqteda Sedr di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Em destûrê nadin hêzên Pêşmerge vegere Kerkûk û herêmên din ê binîqaş. Tenê mafê artêşa Iraqê û hêzên ewlehî heye Kerkûk û herêmên din biparêzin."

    Mûqreda Sedr di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ne tenê li Kerkûk û çend cihên din, divê her bost axa Iraqê ji bo parastin û asayîşê dewrî artêş û hêzên ewlehî yên Iraqê bibe."

    Ji aliyên ve heta niha gelek rayedar kurd û ereb ragihandine ku ji bo vegera hêzên Pêşmerge bo herêmên binîqaş hevdîtin di navbera rêvebiri,ya Herêma Kurdistanê, hikûmeta Bexdayê û Amerîkayê de dewam dikin.

    Bi heman mijarî:

    Partiya Tirkmenan: Nabe ku pêşmerge vegere Kerkûkê
    Hêzên Pêşmerge kengî vedigerin Kerkûkê?
    Serfermandarê Pêşmerge: Ji bo vegera Pêşmergeyan ti rêkeftin bi Bexdayê re çênebûye
    Sererkanê Giştî: Bexda bê Pêşmerge nikare herêmên nakok biparêze
    ‘Amerîka û Herêma Kurdistanê li hev kir û Pêşmerge vedigere Kerkûkê'
    Amerîka hewl dide dîsa Pêşmerge vegerîne Kerkûkê
    Etîketan:
    Hêzên Pêşmerge, Tevgera Sedr, Mûqteda Sedr, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de