05:45 22 Nîsan 2018
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî

    Selîm Cibûrî ji bo sersaxiyê çû serdana Barzanî

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî îro ji bo sersaxiya Dilovan Îdrîs Barzanî çû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî.

    Li gorî ragihandina malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî îro çû serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji bo Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî jê re xwest.

    Di malperê ev tişt hatin gotin: "Di vê hevdîtinê de Cibûrî ji bo koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî û serxweşiya xwe ji bo serokwezîr ragihand û hevxemî û hevderdê xwe ji bo birêz û malbata Barzanî derbirî. Û hêvî kir ku Xwedayê Mezin wî di bihûştê de şad bike."

    Nêçîrvan Barzanî jî spasiya xwe ji bo vê serdanê û sersaxiyê pêşkeşî Selîm Cibûrî kir.

    Bi heman mijarî:

    Heyder Ebadî û Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn
    Erdogan bi rêya telefonê sersaxî ji Nêçîrvan Barzanî re xwest
    KCKê ji bo malbata Barzanî sersaxî xwest
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Etîketan:
    serdan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Iraqê, Selîm Cibûrî, Nêçîrvan Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de