06:20 21 Gulan 2018
    Osman Baydemir

    Baydemir: Sedema dagirkirina Kerkûk û Efrînê nakokiyên navbera siyasetmedarên kurd e

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlamenterê HDPê Osman Baydemir diyar kir ku sedema sereke ya êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn û Şirnexê nakokiyên di navbera siyasetmedarên kurd bû.

    Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir li ofîsa HDPê ya li Hewlêrê axivî û got, sedema sereke ya êrîşên li ser Kerkûk, Efrîn û Şirnexê nakokiyên di navbera siyasetmedarên kurd de ye, ku di nav xwe de nikarin li hevdu bikin.

    Baydemir bal kişand ser ku dibe di navbera partî û aliyên siyasî de cidahî hebin lê ji bo pirsa neteweyî û nîştimanî divê wek cesedekî bin û li dijî dijwariyan derkevin.

    Osman Baydemir got, "Rewşa her 4 parçeyên Kurdistanê bi hev ve hatiye girêdan. Ger kurdan Kerkûk biparasta Efrîn dê neketa. Dagirkirina Kerkûkê zilm bû li gelê Kurdistanê. Gava Silopî, Şirnex, navçeya Sûrê û Amed hatin rûxandin, ger me karîbûya ew rûxandin û xerabkirin asteng bikira, Kerkûk têk nediçû. Eger me karîbûya rê li ber têkçûna Kerkûkê bigirta, Efrîn nedihat dagirkirin û têk nediçû. Eger me karîbûya ev biparastana, li Mehabad, Sine û Kirmaşanê keç û xurtên kurd nedihatin bidarvekirin."

    Bi heman mijarî:

    Baydemir bo Herêma Kurdistanê: Ez li welêt im, welat jî dilê min e
    Baydemir: Kurd biçin li Marsê bibin xwedî dewlet, Enqere dîsa wê li dijî derkeve
    Cezayê zindankirina Osman Baydemir hat erêkirin
    Baydemir: Hûn ji xeynî veqetandinê ti riyê li ber kurdan nahêlin
    Ji ber daxuyaniyên Efrînê derbarê Osman Baydemir de lêpirsîn hat destpêkirin
    Etîketan:
    Parlamenterê HDPê, Osman Baydemir, Kurdistan, Hewlêr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de