00:50 21 Nîsan 2018
    Bajarê Kerkûkê bendewariya referandûma 25ê Îlonê ya Herêma Kurdistanê dike

    Welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin bi pereyan heca xwe bikin

    © Sputnik / Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 0 0

    Rêveberiya giştî ya Hec û Ûmrê ya li Herêma Kurdistanê ragihand ku navnivîsîna ji bo Heca bazirganî ya li herêmê ji sibehê roja 8ê Nîsanê û şûnde destpê dike û her welatiyek bixwaze serdana Erebistana Siûdî bike ji bo edakirina erka Hecê dikare navê xwe binivîse.

    Şêx Qasim Resul Berzencî Rêveberê Giştî yê Hec û Ûmrê yê Herêma Kurdistanê di civîneke rojnamegeran de got, "Ji sibehê roja 8 Nîsanê şûnde welatiyên Herêma Kurdistanê dikarin serdana rêveberiya me bikin û navên xwe tomar bikin, ji bo ku bikarin biçin Heca bazirganiyê."

    Herwisa daxuyand ku her welatiyek dikare ji bo Heca bazirganî bi 8 hezar dolarên amerîkî formeke taybet tijî bike û serdana Erebistana Siûdî bike û erka xwe ya hecê bicih bîne.

    Berzencî li ser kontenjana hecê jî got, kontenjana hecê ya Herêma Kurdistanê 350 kes in.

    Tê gotin ku her sal li Herêma Kurdistanê ji ber ku gelek welatî dixwazin hecê bikin, navê heciyan dikevin tîrûpişkan û Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî jî di dema serdana Erebistana Siûdî de 4 hezar û 100 dolarên amerîkî ji her heciyekî destîne.

    Bi heman mijarî:

    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Çîroka sê jinan: Li ser serê çiyayekî Kurdistanê bi tena serê xwe dijîn
    Li Herêma Kurdistanê sibehê mûçe tên belavkriin
    Etîketan:
    Rêveberê Giştî yê Hec û Ûmrê yê Herêma Kurdistanê, Şêx Qasim Resul Berzencî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de