17:17 24 Nîsan 2018
    Mesûd Barzanî

    PDK: Barzanî amade ye ji bo HDP û dewleta tirk navbeynkariyê bike

    © REUTERS / Reuters TV
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 01

    PDKê di çarçoveya hevdîtinên şandeya HDPê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Meûd Barzanî de diyar kir ku niha rewşa kurdan gelekî hestiyar e û divê jemû aliyên kurdan li hevdu bicivin. Herwisa hat ragihandin ku PDKê gotiye, ger HDP û dewleta Tirkiyeyê bixwaze, Serok Barzanî amade ye navbeynkariyê bike.

    Li gorî nûçeyeke K24ê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya hevdîtinên şandeya HDPê û serokê berê yê Herêma Kurdistanê Meûd Barzanî de aniye ziman ku ger HDP û dewleta tirk bixwaze serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amade ye navbeynkariyê bike.

    Berdevkê PDKê Mehmûd Ehmed li ser mijarê got, "Pêşiyê derbarê fişarên li ser Kurdistanê de divê di navbera hemû aliyên kurdistanî de hevdengiyek hebe. Daxwaza Serok Barzanî ya dirustkirina vê mijarê heye lê divê her du alî vê yekê bixwazin."

    Li gorî heman nûçeyê Parlamenterê HDPê Osman Baydemir got, "Piştî têkçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û referandûma mafê gelê kurd ya li Başûrê Kurdistanê û dagirkirina Kerkûkê û herwisa dagirkirina Efrînê, mixabin didin nîşan ku li her çar perçeyên Kurdistanê dijminatî li gelê Kurd tê kirin, neheqî û zilm li gelê Kurd tê kirin. Gelo siyasetmedarên çi li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê em dikarin bifikirin ku li ser xalên hevpar yên vê mijarê û tifaqa kurdan çi bikin?"

    Bi heman mijarî:

    Li El Babê Teqîn rû da: Gelek mirî û birîndar hene
    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya
    Balyozxaneya Rûsyayê ya li Londrayê ji wezîrê Brîtanyayê daxwaza hevdîtinê kir
    Li Herêma Kurdistanê sibehê mûçe tên belavkriin
    ‘Sergey Skripal hişê wî hatiye serî û dikare biaxive’
    Etîketan:
    HDP, PDK, Mehmûd Ehmed, Mesûd Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de