02:29 20 Nîsan 2018
    Hewlêr - Kurdistan

    HDP bi partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiya

    © AFP 2018 / SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 10

    Şandeya HDPê li Hewlêrê bi nûnerên 30 partî û aliyên siyasî re civînê li dar dixe. Di civînê de wekî mijarên sereke yekîtiya neteweyî ya kurd û rewşa Efrînê derket pêş.

    Şandeke Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi serokatiya Hevseroka HDPê Perwîn Buldan li bajarê Hewlêrê yê paytexta Kurdistanê ligel piraniya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civînê birêve dibe. Di nav şandeya HDPê de parlamenterên wê partiyê Osman Baydemir, Feleknaz Uca û Îmam Taşçier parlemantarên HDPe û nûnerên HDPê yên li Herêma Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abîd lke cih girtin.

    Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê nûnerên 30 partiyên Herêma Kurdistanê beşdarî civînê bûne û di civînê de yekîtiya neteweyî ya kurd û rewşa Efrînê bûne mijarên sereke.

    Herwisa tê payîn ku şandeya HDPê roja duşemê serdana bajarê Silêmaniyê jî bike û ligel berpirsên siyasî û şandeyên partiyên siyasî yên li Silêmaniyê hevdîtinan bike.

    Bi heman mijarî:

    Heyeta HDPê gihîşt Kurdistanê û dê îro bi Barzanî re bicive
    Li Stenbolê operasyon: 25 endamên HDPê hatin binçavkirin
    Parlamenterê heyeta HDPê ji bo serdana Kurdistanê ji Spûtnîkê re axivî
    Li Amedê polîsan dest danî ser pasteya 'kesk û sor û zer' a ji HDPê re diçû
    Şandeke HDPê dawiya heftê serdana Herema Kurdistanê dike
    Digel îtîrazên HDPê qanûna nû li parlamentoyê hat qebûlkirin
    Etîketan:
    partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, HDP, Pervin Buldan, Osman Baydemir, Hewlêr, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de