18:37 19 Nîsan 2018
    Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm

    Waliyê Kerkûkê yê berê: Bila kurd li herêmên dagirkirî hilbijartinê boykot bikin

    © Foto : Public Domain / Kerkûk
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe de ragihand ku divê hemwelatiyên kurd li herêmên dagirkirî beşdarî hilbijartine nebin û boykot bikin.

    Bajarê Kerkûkê
    © AFP 2018 / Marwan IBRAHIM
    Waliyê Kerkûkê yê berê Necmedîn Kerîm di axaftina xwe ya kanala K24ê de got: "Ji bo meşrûiyetî ji herêmên dagirkirî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê re çênebe divê hemû hemwelatiyên kurd hilbijartinên giştî yên Iraqê boykot bikin û beşdarî nebin."

    Necmedîn Kerîm di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev mijareke neteweyî ye û eleqeya wê bi ti aliyên siyasî re tuneye. Ji bo rewatî ji hilbijartinê re çênebe beşdarînebûn baştir e, jixwe dizanin di vê rewşê de em bi ser nakevin. Eger em hilbijartinê boykot bikin mafê ku em bêjin encamên hilbijartinê ne rewa ne heye."

    Hêjayî gotinê ye ku Kerîm piştî dagirkirina 16ê Cotmeha 2017an a Kerkûkê neçar ma ku ji bajêr derkeve û çendîn caran di axaftina xwe de ragihandiye ku jiyana wî di metirsiyê de ye.

    Bi heman mijarî:

    Hêza dijteror bijîşkek û parêzvanê berê yê Necmedîn Kerîm revandin
    Aso Kerîm: Vekirina balefirgehên Kurdistanê bi ramana vegerandina desthilata Bexdayê tê
    Necmeddîn Kerîm: Divê kurd li herêmên dagirkirî beşdarî hilbijartinan nebin
    Kerîm: Pêwîst e YNK ji bo 16ê Cotmehê komîteyekê ava bike
    Doz li Barzanî, Talabanî û Kerîm hat vekirin
    ‘Waliyê meşrû yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm e'
    Etîketan:
    Waliyê Kerkûkê yê berê, Necmedîn Kerîm, Kerkûk, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de